Ji bo fêrbûnê zimanê herî hêsan kîjan e? Rêbernameyeke zimnannasiyê ji bo destpêkeran.
Jêgirtin ji Xelîl di 06/08/2024, 14:58 deJi bo fêrbûnê zimanê herî hêsan kîjan e? Rêbernameyeke zimnannasiyê ji bo destpêkeran.
Natalie Braber
Gelo zarok bi rastî jî di fêrbûna zimanan de çêtir in? Û zimanê pêşerojê dê kîjan be? Zimannasek pispor bersiva hemû pirsan dide.
Çima zarok zimanan hêsantir fêr dibin?
Herçend, hin teorî dibêjin ziman bi zayînê ve bi mirovan re peyda dibe jî di rastiyê de zarok bi qeyseke mezin tûşî wî tê -li gorî texmînekê, di çar salên xwe yên pêşîn de nêzî 10,000 saetan. Ji ber ku zarok di wî wextî de kêm caran di zimanekî de pispor in, wer dixuyê ku berevajî fikrê piraniya mirovan, ew di fêrbûna zimên de gelekî zehmetiyan dikşînin.
Rast e, hatiye dîtin ku zarokên pir biçûk dikarin bi nêzî 800 dengan bihesin û wan ji hev cuda bikin. Lê di nav zarokên yekzimanî de, di sala yekem a jiyanê de şiyana bihîstina cudahiyên hûr wenda dibe, ji ber ku ew di koma dengan an "fonemên" zimanekî de (wek mînak, Îngilîzî tenê nêzî 40 foneman bi kar tîne) bêhtir pispor dibin.
Hin kes dibêjin qey heger em zarokên xwe duzimanî perwerde bikin di dawiyê de ew ê nikaribin bi zimanekî jî "bi diristî" biaxivin. Lê ev ne rast e. Lêkolînan piştrast kiriye ku zarok jêhatî ne ji bo di heman demê de ji yekî zêdetir zimanan fêr bibin -tenê pêdiviya wan bi derfeta bikaranîna her du zimanan heye.
Gelo çiqas dem digire ku mirov bibe pispora/ê zimanekî?
Texmîn di navbera 400 û 2,000 saetan de ne. Lê bi rastî ev girêdayî kesên ku fêr dibin û sedemên wan e -lêkolîn nîşan didin ku li gorî yên ku ji wan re tê gotin, yên ku bidil dixwazin fêr bibin dê bi awayekî karîgertir fêrî zimên bibin.
Ne ecêb e ku lêkolîn dibêjin duzimanîbûn dikare alîkariya we bike ku hûn zimanekî nû fêr bibin. Lê çima? Ev dikare ji ber vê be ku kesên duzimanî têdigihêjin bê tu girêdana xwezayî di navbera peyvekê û wateya wê de tune.
Herwiha, li gorî hin zimannasan di navbera mejiyê kesên pirzimanî (polyglots, kesên ku zêdetirî yek zimanî dipeyivin) û yên yekzimanî (monolinguals, yên ku tenê yek zimanî dipeyivin) de cudahî hene. Lêbelê, norolojiya (neuroscience) li pişt vê ne zelal e: lêkoler hîn jî li ser vê yekê li hev nakin ka di mejî de zimanên cuda bi hev re tên qeydkirin û gihîştin an cuda.
Zimanê sereke yê pêşerojê dê kîjan be?
Îro, bi texmîna du milyar axêveran, îngilîzî mezintirîn ziman e eger em axêverên zikmakî û ne-zikmakî tev lê bikin, lê çînî mezintirîn e eger em tenê axêverên zikmakî (nêzîkî yek milyar) bihesibînin. Herwiha, dema ku em bi vî awayî behsa Çînî dikin, mebesta me nivîsa wê ye, ku ji bo hemû cûreyên çînî yek e; cûreyên axaftinê cuda ne û dibe ku axêverên yekê nikaribin bi axêverên ên din re li hev bikin.
Bi giştî, ji ber ku îngilîzî zimanê zanist, înternetê û gelek lêkolînên akademîk e, diyar e ku dê di pêşerojê de jî zimanekî giring bimîne.
Lêbelê, ne mimkin e ku bê texmînkirin ka ew ê bibe zimanê pêşerojê - yan jî dê çend ziman hebin. Niha, 40% ji 7,000 zimanên cîhanê yên axêveran ji 1,000î kêmtir in, di xeterê de ne. Lê gelek netewe hene ku ji aliyê zimên ve gelekî dewlemend in, wek Papua Gîneya Nû ku nifûsa wê zêdeyî 800 zimanan dipeyive. Bi heman awayî, li Endonezyayê nêzîkî 700 ziman tên axaftin.
Ji bo fêrbûnê zimanê herî zehmet kîjan e?
Mirov bawer dikin ku hin ziman (wek rûsî, erebî an japonî) zehmettir in ji bo fêrbûnê. Lêbelê, ev tişteke gelekî subjektîv e - dê tercîhek we ya sruştî ya norolojîk hebe ji bo zimanên nêzîkî zimanê we. Ev, bi taybetî dema ku gelek peyvên hevreh (cognate) hebin çêdibe - yanî, peyvên ji zimanên cuda yên ku xweyî heman koka etîmolojîk in; wek 'brother' di îngilîzî de û 'bruder' di almanî de.
Lêbelê, zimanên xweyî fonetîkên gelekî cuda dê zehmetir bin ji bo fêrbûnê. Bo nimûne, zimanên wek tayî, çînî yan jî viyetnamî kirpandinê (tone) bi kar tînin da ku wateyên ferhengî yan rêzimanî ji hev cuda bikin - yanî, awayê bilindkirin û nizmkirina dengan dikare wateya peyvan biguherîne. Wek mînak, peyva "da" di çînî de li gorî kirpandinê dikare bibe "daleqandina tiştekî", "bersivdan", "lêxistin" an jî "mezin".
Lê bêguman, heger hûn jixwe bi zimanekî kirpandinî dipeyivin, fêrbûna zimanekî din ê kirpandinî kêmtir pirsgirêkan pêşkêş dike.
Rêyên herî baş ên fêrbûna zimanekî çi ne?
Mifteya sereke dem e. Ji bo fêrbûna zimanekî dem pêwîst e (bi sedan saet, bi awayekî îdeal) û paşê jî ji bo bikaranîna wê demeke zêdetir hewce ye. Pratîk bivênevê ye; divê bi rêkûpêk û li ser hev bê kirin. Gelek lêkolînan piştrast kiriye ku rêya herî baş a ji bo fêrbûnê, ji fêrbûna peyv û rêzimanê wêdetir noqbûna nava zimanekî ye. Xwendina kovaran, temaşekirina televîzyonê û sohbetkirina bi axêverên zikmakî re jî vê fêrbûnê di mejiyê we de xurt dike.
Mixabin, lêkolînên heta niha hatine kirin, destnîşan nekirine bê kîjan danên/seatên rojê herî baş in ji bo fêrbûnê. Bi gotineke din, dibe ku hin kes danê sibehê baştir fêr bibin, hinekên din jî wextên dereng ên rojê. Ya giringtir ew e ku mirov ji axaftinê netirse - hin lêkolîn îdîa dikin ku mezinên ku zêde analîzan dikin dibe ku di têgihiştina qaîdeyên hûr ên zimanekî de zehmetiyê bikişînin.
Ji bîr nekin: Ne pêwîst e ku hûn wekî axêverên zikmakî bipeyivin. A giring ew e ku hûn xwe bidin famkirin.
Çavkanî: What is the easiest language to learn? A complete beginner’s guide to linguistics
Wergêr: @xudreste
Nîşe: Ev nivîs cara pêşîn di Fanzîn Laserê de hatiye weşandin.