Ji bo hînbûna zimanekî biyanî meriv çawa dikare bastûra/binyada risteyê bi kar bîne.
Jêgirtin ji Xelîl di 17/10/2023, 10:37 deJi bo hînbûna zimanekî biyanî meriv çawa dikare bastûra/binyada risteyê bi kar bîne.
Thomas Moore Devlin
Di mijara hînbûna zimanan de helbet hînbûna bastûra (struktûr) risteyê ne para herî xweş e. Li şûna wê hînbûna peyvan gelekî hêsantir e, ji ber ku em bes peyvên nû hîn dibin. Jixwe hema bêje em her roj peyvên nû yên zimanê xwe jî hîn dibin. Îcarê hînbûna bastûra risteyê? Ev cuda ye. Tu kesan rê û rêbazên derbarê bastûra risteyên zimanê me hînî me nekir, piştî wextekê me xwe xwe ew fêhm kirin. Lê ji bo zimanekî din ev zehmet e.
Dibe ku kêfa meriv ji bastûra risteyê re neyê lê ev mijar ji bo kesên ku nû dest bi hînbûna zimanekî kirine, navenda probleman e. Gramera zimanê îngîlîzî li zimanên din gelekî hêsan tê sepandin. Lê heger hûn hîç rastî zimanên ku peyvên wê cûda tên rêzkirin nehatibin, dibe ku di hûnbûna we de nuqteya kor a berfireh çêbibe. Heger hûn rêza peyvan tevlîhev bikin belkî bê fêhmkirin lê dîsa jî dê ragihandinê seqet bike.
Berî ku hûn dest bi hînbûna zimanekî nû bikin, ji bo ku paşê hişê we tevlîhev nebe, hûn ê bixwazin hin pirsan bikin. Wextê hûn dest bi hînbûna zimanekî nû bikin, vaye rêbernameyeke kurt derbarê tiştên ku divê hûn zanibin.
Kirde, berkar û lêker bî kîjan rêzê hatine rêzkirin?
Hema bêje di hemû risteyan de herî kêm sê hêman hene.
- Kirde (kar dike) (ing: Subject)
- Lêker (tevger, kar) (ing: Verb)
- Berkar (tiştê ku kar bandorê lê dike) (ing: Object)
Bo nimûne: He (Kirde) pet (lêker) the dog (berkar). Di îngîlîzî de hema bêje hertim rêz van hêmanan wiha ye. Hertim pêşî kirde, paşê lêker û piştre jî berkar tê, lewma jê re dibêjin SVO. Ji sedî 41ê zimanan SVOyê bikar tînin û ev jî dike ku axiverên îngîlîzî zimanên din hêsantir hîn bibin.
Rêzkirina herî berbelav ku ji sedî 47.5ê zimanan bikar tînin, kirde, berkar û lêker, yanî SOV ye. Kêm zêde ew ê bibe tiştekî wiha “He the dog pet”. Digel tirkî û koreyî, gelek zimanên hindî vî teşeyî bikar tînin. Baş e ku zêde ji SVOyê ne cudatir e, lê dîsa jî divê meriv hinekî li ser bisekine.
Ji bo her varyanta rêzkirina kirde, lêker û berkarê, herî kêm zimanek heye. Rêzkirinên herî kêm popûler berkarê dixin serî: OSV (The dog he pet) û OVS (The dog pet he). Lê heta ku hûn li ser zimanên biçûk ên wekî Warao nexebitin mimkin e ku ev qet dernekeve pêş we. Dê baş be ku haya meriv ji wan qalibên tevgir hebe da ku wextê gramera risteyekê bêmentiq xuya bike, meriv xeyalşikestî nebe.
Rêzkirina Peyvan Çiqasî Hişk e?
Hin ziman li gorî zimanên din di rêzkirina peyvan de gelekî serbesttir in.Bo nimûne heger we dersên latînî stendibe, hûn dizanin ku peyv hema bêje dikare di her rêzê de cih bigirin. Latînî li ser meyla SOVê ye lê di heman xewtî de ji paşgirên kompleks jî fêdê werdigire.
Bikêriya rêzkirina peyvan ew e ku bi awayê zelal nîşan dide bê "çi kar dike û kar li ser çi tê kirin." Di îngîlîzî de bê guman navê ewilî ê ku hûn rast lê bên kirde ye. Zimanê latînî weku me got, ji bo kirde û berkar i hev bên cudakirin paşgiran bikar tîne. Di zimanê macarî de ji bo nîşandan berkaran "-t"yê tînîn paş navdêrê, bi awayî destûrê dide ku rêzkirina peyvan biguhere. Rêzkirinên serbest ne tiştekî berbelav e lê hêjayî lêkolînê ye.
Ev Ziman Pêşdaçekan an Paşdaçekan Bikar Tîne?
Îhtîmaleke mezin e hûn ê ferq bikin ku her riste bi qasî risteya "He pet the dog." ne hêsan e. Pirîcaran pêşdaçek tevî meseleyê dibin, bo nimûne, on the table (li ser maseyê), in a yer (di salekê de), with a dog (bi kûçikekî re). Wextê meriv dest bi zimanekî dike, pêşdaçek weke mijareke berfireh û kûr derdikeve pêş lê li vir em ê tenê behsa hin taybetiyên wan bikin. Di hin zimanan de pêşdaçek tune ne lê li şûna wê paşdaçek û bazindaçekan bikar tînin. Zimanê îngîlîzî hema bêje tenê pêşdaçekan bikar tîne lê hin ziman dikarin çend kombînasyonên daçekan jî bikar bînin.
Pêşdaçek (Prepositions)
Li ku peyda dibin: Beriya fraza ku rave dikin.
Hin zimanên ku wê bikar tînin: Îngîlîzî, Spanî, Fransî, û piraniya zimanên ewropî.
Mînak: Di îngîlîzî de, "He went with me."
Paşdaçek (Postpositions)
Li ku peyda dibin: Piştî fraza ku rave dikin.
Hin zimanên ku wê bikar tînin: Tirkî, Latînî, Çînî, Japonî û yd.
Mînak: Di tirkî de, "Benimle gitti." Rasterast wergerandina wê dibe "Me-with he went," ku tê maneya "He went with me".
Bazindaçek (Circumpositions)
Li ku peyda dibin: Bazindaçek ji du parçeyan pêk tên, yek berî yek jî piştî frazê tên.
Hin zimanên ku wê bikar tînin: Kurdî û Peştoyî du zimanên sereke ne ku bazindaçekan bikar tînin lê carcaran di zimanên din jî tên dîtin.
Mînak: Di kurdî de (kurmancî), "Ew bi min re çû" rasterast wiha tê wergerandin "He with me went." Fraza bazindaçekî “bi min re” berî lêkerê hatiye û "bi" û "re" bazindaçeka "with"ê saz dikin.
Rengdêr Li Ku Xuya Dibin?
Û herî dawî jî nabe ku em wan rengdêrên delal, balkêş û tevlîhev ji bîr bikin. Di îngîlîzî de rengdêr an berî navdêr tên an jî wekî di vê risteyê de “The dog is brown” xuya dibin. Qet nabe ku tu bibêjî “the dog brown.” Lê çawa ku me di beşên din ên vê gotarê de jî got zimanên din cuda ne.
Pirîcaran, di spanî de rengdêr piştî navdêran tên, wekî: el perro negro (rasterast wergerandin: “the dog black”). Digel vê, hin rewşên îstîsna hene, weke peyva spanî “baş” hem tê pêş hem jî tê paş navdêrê. Fransî bi gelek îstîsnayên derbarê qayîdeyên rengdêran de ji vê zêdetir kompleks e. Dîsa jî her zimanê cuda ye û li gorî xwe xwedî hin îstîsnayan in, lê vaye çend mînakên din ji bo mijar zelatir bibe:
Îngîlîzî: “The dog is good” an jî “The good dog”
Spanî: El perro bueno (rasterast werger: “the dog good”) an jî el buen perro (“the good dog”)
Fransî: le bon chien (“the good dog”) an jî le chien rouge (rasterast werger: “the dog red”).
Ew herdu dikarin hem bên pêş hem jî paş: le bon chien rouge (rasterast werger: “the beautiful dog red”).
Heger me karîba behsa her zimanî bikira dê ev gotar ji vir biçûya heta Qersê. Ligel wê, giring e ku haya meriv jê hebe ku zimanên din dikarin ji zimanê îngîlîzî cudatir bin. Heger hûn zanibin ku ev zimanê hûn hîn dibin li şûna SVOyê SOVê bikar tîne an jî ji bo rengdêran hin qayideyên wê yên cuda hene, dê karê we gelekî hêsan bibe.
Çavkanî: How To Use Sentence Structure To Learn A Foreign Language
Wergêr: @xudreste