- This topic has 0 replies, 1 voice, and was last updated 2 years, 11 months ago by
Xelîl.
-
AuthorPosts
-
19/07/2023 at 03:05 #24486
Xelîl
KeymasterSilav, ji bo dersa Sentaksê ez li ser Jimarnavan xebitîbûm. Xebateke nekûr e lê divê belkî heval bên kêmasiyên wê nîşan bidin û lê zêde bikin.
Jimarnav/Hejmarnav (Numerals)
Jimare (Digits): Ew sembol in ku ji bo hejmarekê tê nîşandan/referekirin. Di pergala jimariya dehanî de ev jimare hene; 0,1,2,3,4,5,6,7,8,9. Bi van jimareyan meriv dikare hejmaran saz bike ku her jimare li gorî cihê xwe nirxê xwe digire. Bo nimûne; di hejmara 536ê de, jimareya 5ê 500î (5×100), jimareya 3yê 30î (3×10) û jimareya 6ê jî 6ê (6×1) temsîl dike. Di zimanan da sembolên jimareyan dikarin cuda bin. Jimareyên ‘erebî, çînî û yên romen ji hev cuda ne.

Hejmar (Numbers): Hejmar an jî reqem nîşaneka fikrî ye ku di hişê me de cih digire. Hejmar, mêjer an jî pîvan e. Hejmar dikare jimareyeke serbixwe be (2,6,8), dikare bi sîstema dehanî be (0,25,125,2023), dikare parjimar be (1/2,3/4) an jî dikare hejmarên îrasyonel bin (π, √2).
Jimarnav/Hejmarnav (Numerals): Hejmar dema ku dibin sembol û tên nivîsîn em wan sembolan bi îfadeya “Jimarnav”ê binav dikin. Yanî em mêjer an jî pîvana fikrî bi jimareyan nîşan didin û wan wekî “jimarnav” îfade dikin.


Cureyên Jimarnavan
Jimarnav dibin du beşên sereke; Jimarnavên Kardînal (Cardinal) û Jimarnavên Rêzî (Ordinal). Jimarnavên kardînal ji bo nîşandana mêjer an jî pîvanê tên bikaranîn. Jimarnavên rêzî jî ji bo nîşandana cihê/posîzyona tiştekî di rêzê de tên bikaranîn.
Jimarnavên Kardînal (Cardinal Numerals)
Jimarnavên kardînal ji bo nîşandana mêjer an jî pîvana diyarkirî tê bikaranîn. Jimarnavên Kardînal 0 jî di nav de bi jimarnavên sirûştî destpê dikin û bi jimarnavên alef (ℵ0) heta hetayê didomin. Sembolên jimarnavên kardînal dibe ku li gorî hin zimanan biguherin.
Jimarnavên Rêzî
Jimarnavên Rêzî ji bo nîşandan rêzê an jî cihê tiştekî di rêzê de tên bikaranîn. Ev jimarnavên rêzî ji jimarnavên kardînal pêk tên lê li gorî taybetiyên zimên hin morfeman digirin. Di îngîlîzî de “-st, -nd, -rd, -th”, di tirkî de “-inci, -üncü, -uncu” û di kurmanci de jî “-ê, -î, -em” bi jimarnava kardînal ve dizeliqin.
Jimarnavên Din:
Jimarnavên Pareyî/Kesrî (fractional): Nîv, çarîk, ji sisêyan yek, ji çaran sisê.
Jimarnavên carî: Cot, sêcarî, çarcarî …
Jimarnavên Kolektîf: Dozîne (dûzîne, dazdekî), sed, hezar.
Bikaranîna Jimarnavan
Jimarnav di zanist, bîrkarî, bazirganî û jiyana rojane de bi gelek awyaên pratîk tên bikaranîn. Mîqdarê nîşan didin, hejmara komekê an jî rêzekê diyar dikin, wextê diyar dikin, mîqdara wextê ya bûyerekê diyar dikin û ww. Digel wê dema em bêjin ji “ji sedî sed” em dikarin kirpandinê jî îfade bikin.
Giringiya Dîrokî ya Jimarnavan
Bikaranîna jimarnavan diçe heta şaristaniyên kevin. Babîl, Misir û Yewnanî şaristaniyên ewil in ku jimarnav bikar anîne. Van medeniyetan pergalên jimarnavan saz kirine û wan bi pêş xistine da ku karibin ji nav hesabên aloz derkevin û qeydên danûstandinan tomar bikin. Werara bikaranîna jimarnavan kiriye ku bîrkarî, zanist û bazirganî jî bipêş bikeve.
Di Serdema Navîn de pergala hejmarên ‘erebî ku li Rojhilata Navîn hatine peydakirin li Ewropayê tê nasîn. Ev pergala dehanî li Ewropayê domînant bûye û îroroj jî tê bikaranîn.
Jimarnav: Aîdî kîjan birra bêjeyan in?
Profesorê zimanê îngîlîzî Bas Aarts[1] di sala 2016yê de ev pirs kiriye. Heger profesorekî zimanê îngîlîzî ketibe pey bersiva vê pirsê, xuya ye ku di mijara jimarnavan de gengeşiyeke mezin heye. Ka em binêrin bê di zimanê îngîlîzî de derbarê jimarnavan de çi tê gotin, piştre jî em ê berawirdî kurmancî bikin bê ka halê jimarnavên kurmancî çilo ye.
Diyarkerên (determiners) di hevoka li jêr de nîşan bidin.
“Two apple trees screened the open windows on one side.”
“Du darên sêvê şibakeyên vekirî dinuximandin.”
Bas Aarts dibêje; two, the û one derdikevin pêş (wer dixuye ku bersiv ev in). Li ser bêjeya “the”yê problem tune lê two û one? Ji van bêjeyan re jimarnav tê gotin ku em jimarnavên kardînal û rêzî gelekî baş nas dikin. Îcarê gelo ev aîdî birra diyarkeran in? Ev, mijareke ecêb û problemeke gramerî ya bigengeşe ye ku zimnannas li ser statûya birra wan li hev nakin.
Ewilî em berê xwe bidin jimarnavên kadînal; di Cambridge Grammar of the English Language (2002) by Rodney Huddleston and Geoffrey Pullum de di rûpela 385ê de ew wekî diyarker (determiners) hatine pênasekirin:
“Jimarnavên kardînal berî her tiştî diyarker in lêbelê bikaranînek duyê jî heye ku ji bo hejmaran (numbers) tên kişandin lewma aîdî navdêran dibin: ‘Sisê bi rê ketin. Sedan qeydiyên xwe çêkirin.’ Di pratîkê de tenê hejmarên biçûk û yên girover bi vî awayî tên bikaranîn.” [2]
Gramereke sereke ya dî jî “Comprehensive Grammar of the English, Quirk, Greenbaum, Leech and Svartviks” jimarnavan wekî diyarker qebûl dike lê wan dixe binbeşa “postdiyarker”an. Piştî diyarkerên navendî tên (a, an, the, this, that, these, my û ww.).
- Those three years (Ew sê sal)
- The many books “I read” (Gelek pirtûk “Min xwendine”)
- The fîrst two years (Du salên pêşî)
- Much food (Pir xwarin)
Çawa ku di mînaka sêyê de jî tê dîtin Quirk jimarnavên rêzî jî wekî postdiyarkeran qebûl dike û meriv dikare du post diyarkeran bi hev re bikar bîne. Herwiha, li gorî Quirk prediyarker jî hene ku li pêş diyarkerên navendî bicî dibin.
- All the solutions (Hemû çareserî)
- Both those pages (Ew herdu rûpel)
Di vê mînaka li jêr jî em dibînin ku hersê cure diyarker bi hev re hatine bikaranîn:
- All the many hours “that we spent together”
Wer dixuye ku jimarnavên kardînal ji hêla wateyê ve diyarker in ji ber ku di mînakan de jî tê dîtin ku fonksîyona wan a diyarkirinê heye. Lê hemû rêzimannas ne li ser heman fikrê ne. Dick (Richard) Hudson[3] derbarê vê mijarê de ji Bas Aart re maîlek şandiye;
“Ez dibêm qey jimarnavên kardînal navdêr in, bo nimûne; em dibêjin my two ne mine two, lewma divê two navdêr be. Û helbet kardînal dikirin pirjimar bin (hundreds “sedan”, twos “duduyan”) û dikarin li paş jimarnavên rêzî bên (the first two “herduyên pêşî”)”
Hudson li vir amaje bi jimarnavên rêzî dike ku derbarê wan de jî gengeşî heye. Huddleston û Pullum (r. 452) wan wekî rêngdêr nîşan didin û dixuye ku ji bo vê angaştê hin piştgirî jî hene, bo nimûne;
- The very first time I saw this film when I was 10. (Herî pêşî ku min ev fîlm dît ez 10 salî bûm)
Li vir jimarnava rêzî (first) li paş hokera “very” tê ku ji bo rêngdêran ev rewş tiştekî adetî ye. Me li navborî behs kiribû ku Quirk û yd. Jimarnavên rêzî wekî postdiyarkeran nîşan didin. Lêbelê Hudson dibêje ew jî navdêr in.
- My second, ne *mine second
- The third of them, *It seems third.
Encam? Wer dixuye ku jimarnav bi taybetiyên xwe dikevin ji yekê zêdetir birran. Birra sereke diyarker be jî di birra navdêran de wek nav û cînav cih digire û angaşt hene ku jimarnav bixwe rêngdêr in jî.
Jimarnav di Kurmancî de
Hema bêje di hemû pirtûkên rêzimanî de beşa jimarnavan heye. Lê piranî bi armanca hînkirina jimartinê ne û li ser hin taybetmendiyên wan (cins, çemandin) sekinîne (Garzonî, 1787; Rhea, 1869). Bedirxan (1988: 97) jimarnavan wiha pênase dike: “Jmarnav ew bêje ne ko mêjer an mixdarê tiştan, bi awayên têvel didin zanîn û di qisetê de bi navdarekê ve dibin an dikevin şûna wê; wê dinimînin û lê vedigirin.” Bedirxan jimarnavan dike du beş lê behsa birra wan nake.
- Jimarnavên Binavkirî (çar, ê çaran, çaryek, ji çaran yek, ê çarim)
- Jimarnavên Bingehîn (1,2,3,..)
- Jimarnavên Rêzîn
- Jimarnavên Birwîn
- Jimarnavên Komelîn
- Jimarnavên Nebinavkirî (gelek, hindik, pir, bêtir, zehf)
Bedirxan li ser bastûra wan jî sekiniye ku wan wekî jimarnavên sade û hevedudanî ji hev vediqetîne. Jimarnavên ji hejmarekê tenê pêk hatine “sade”, ên ku ji yekê bêtir in hevedudanî ne.
- Sade: çar, şeş, deh, yanzdeh, hezar
- Hevedudanî: bîst û çar, hezar û şêst, du hezar û bîst û sê
Digel van, Bedirxan li ser tewandina jimarnavan jî sekiniye;
Nîv > Nîvî (Ku bi tena serê xwe be)
- Nîvî bide min.
Heger bi hejmareke din bê bikaranin li gorî tewanga hejmara din tê tewandin. Heger bi navdêrekê ve bê bikaranîn “nîv” sade dimîne navdêr ditewe.
- Ji yek û nivê bêtir.
- Ji çar û nîvan bêtir.
- Nîv zebeşî bide min.
- Nîv sêvê bide min
Yek bi “-ê”yê ditewe; ji yekê, bîst û yekê, sed û yekê, hezar û yekê.
Ji 2 heta 20î bi “-an”ê ditewe; ji çaran, heştan, dehan, bîstan, bîst û pêncan.
Sîh, çil, pêncî, …, nod, sed bi “-“î” tê tewandin; ji çilî, şêstî, sedî, neh sedî, hezar û du sedî.
Hezar bi “-î” tê tewandin; ji hezarî.
Wer dixuye ku Bedirxan jimarnav wekî navdêr qebûl kirine, lewra ku navdêr bêjeyên guherbar in û diakrin bitewin. Halê wan ê tewandî jî şûna navan werdigirin ango dikevin birra cînavan.
Bedirxên behsa Jimarnavên Nebinavkirî nekiriye lê ji mînakên dixuye ku ew dikevin birrên rengdêr û hokerê.
Bedirxan û Lescot (1990: 218) di vê berhema xwe de hem jimarnavên kardînal hem jî jimarnavên rêzî wekî rengdêr binav kirine.
Sağnıç (1991: 82) di beşa Rengdêrên Kifşkerî de behsa jimarnavan dike û pênaseyeke wiha dike: “Rengdêrên hejmarî: Ev rengdêr gava bi serê xwe bêne bikaranîn, navên hejmaran in û gava bi heyinan ra bêne bikaranîn dibin rengdêr û heyînan kifş dikin. Rengdêrên hejmarî di nav xwe de dibin çar beş:
- Hejmarên hêmanî: Du hesp, yek camêr, deh pêşmerge.
- Hejmarên rêzdarî: Yekem, duyem, heftemîn, şeva nehî, karkerên bîst û şeşan
- Hejmarên kesrî: Ji sedan bîst, ji heftan çar.
- Hejmarên beşdarî: yek yek, dido dido, çar çar, hezar hezar, dehe deh, şeş çar heft.
Elî (2006: 45) û Ciwan (1992: 169) Jimarnava dixin nav birra navdêrê û wan bi çar beşan dabeş dikin; Jimarnavên Bingehîn, Jimarnavên Rêzîn, Jimarnavên Birewîn, Jimarnavên Komelîn (Hokerî).
Komxebata Kurmanciyê di Rêbera Rastnivîsînê de behsa nivîsîna hejmarnavan (jimarnav) dike. Amaje pê dike ku hin qayîdeyên navnetewî hene û divê di kurmancî de jî jimarnav li gorî van qayîdeyan bên nivîsîn. Digel wê li ser tewanga wan disekine derbarê tewanag wan de van îfadeyan derdibire:
- Ji bilî hejmara “yek”ê hemû hejmar nêr in. (ji yekê)
- Ju “du”yan heta “nozdeh”an hejmar bi “-an”ê ditewin. (ji duyan, ji sêyan, ji dehan, ji sêzdehan)
- Hejmarnavên ji duyan heta nehan di dawiya kîjan hejmarnava mezin de be dîsan bi “-an”ê ditewin.
- Hejmarên bi “-an”ê ditewin navdêran dixin bin hukmê xwe. ( bi du zêran, ji deh mêran)
- Hejmarnavên bîst, sîh, çil, …, sed, hezar, mîlyon, mîlyar û ww. bi “-î”yê ditewin û navdêran dixin bin hukmê xwe. (ji bîstî, ji hezarî, ji milyonî, bi bîst zilamî, bi bîst jinî, bi heftê xwendekarî)
- Di hejmarên hevedudanî de hejmara dawî ditewe. (ji bîst û yekê, ji çil û çaran)
- Hezar, mîlyon, mîlyar û ww. li gorî hejmara pêşî ditewin. (bi sê hezaran, bi bîst milyonî, bi çar mîlyaran)
- Ji bo hejmarnavên rêzîn jî gireya “-em”ê pêşnîyaz dike. (yekem, duyem, bîstem, hezarem)
Husein Muhammed bi navê “Hejmar û Hejmarsazî” pirtûkek amade kiriye lê çap nekiriye di bloga xwe de weşandiye[4]. Muhammed jî jimarnavan bi du beşên sereke dabeş dike û dabeşkirina li gorî mezinahiyê jî wiha dike:
- tilhejmar yan tiljimar (bi inglîzî ”digits”): navê hejmarên 1 heta 9
- dehgir (inglîzî ”teens”): navê hejmarên 11 – 19 eleven, twelve
- dehhejmar yan dehjimar (inglîzî ”decads”) navê hejmarên 10, 20, 30 heta 90
- sedhejmar yan sedjimar: navê hejmarên 100, 200, 300 heta 900
- hezarhejmar yan hezarjimar: navê hejmarên 1000, 2000, 3000…
Muhammed jî tevli nîqaşên ser birra jimarnavan bûye dipirse bê “gelo jimarnav birreke serbixwe ye an beşek ji navdêran in?”
- “Jimarnav” nav li ser navê jimaran in.
- Lewma dikarin wekî navdêran li gorî zayend û mêjerê bitewin.
Yek > Yekê, Deh > Dehan
Lê hin taybetiyên jimarnavan hene ku wan ji navdêran cuda dikin.
Navdêr bi tena serê xwe tiştekî îfade dikin (sêv, pirtûk, muzîk). Lê jimarnav dema bi tena serê xwe bin li hewa dimînin (du, yazde, mîlyar û sed û pêncî û şeş)
Navdêr di ravekan de dema li şûna raveber bin dikevin bin bandora îzafeyê û veqetdandekan werdigirin (sêva min, pirtûka Dilanê). Di ravekan! de jimarnav raveker in lê beriya raveberê tên, nakevin bin bandora îzafeyê û ravebera xwe jî natewînin (sê law, deh mirîşk).
Di rengdêrsaziyê de gireyên jimarnav û navdêran ne hevpar in. (jimarnav: “-em, -an, -ê”; navdêr: “bi-, bê-, -î, -dar, -gir …”)
Berevajî zimanê îngîlîzî û tirkî di kurmancî de rengdêr dikevin dû navdêran (mirovên baş), Wextê em ji aliyê jimarnavan lê binêrin, digel ku jimarnava kardînal raveker e, beriya raveberê cih digire (çar mirov). Lêbelê jimarnavên rêzîn wekî rengdêran li dû raveberê tên (mirovê duyem). Herwiha tu astengî tune ku em jimarnava rêzin bînin beriya raveberê jî (duyem pirtûk). Ev rewş di rengdêran de jî heye (kevnepirtûk < pirtûka kevn, xweşmirov < mirovê xweş).
Encam
Em dibînin ku di zimanê îngîlîzî de jî -zimanê herî berbelav e- hê li ser binavkirin û senifandina jimarnavan lihevkirinek têkûz tune. Jimare (dîgîts), hejmar (numbers) û jimarnav (numerals) gelekî bi hev ve tên xelitandin.
Hejmar gelemperî di bîrkariyê de tên bikaranin lemwa dibe ku ev bûye sedem da ku di zimannasiyê de mijara hejmar û jimarnavan bê piştguhkirin.
Du komên jimarnavan ên sereke diyar in: Jimarnavên Kardînal û Jimarnavên Rêzî. Beşen din piranî li gorî bîrkariyê hatine pênasikirin an jî li gorî pergala hejmarî ya zimên diguherin.
Çawa ku di zimanên din de li ser jimarnavan gengeşî heye di kurmancî de jî li ser jimarnavan zêde nehatiye xebîtin û li ser pênase û dabeşkirina wan nezelalbûn heye. Îcare ji ber ku di kurmancî de jimarnav bêjeyên guherbar in, yanî dikarin gireyan wergirin em dikarin jimarnavê li gorî gireya wê û cihê wê binav bikin. Lebelê dema ku xwerû be gengeşî didome.
- Çaran nan xwar. (Navdêr (cînav))
- Xwendekarê sêyem (rengdêr)
- Xwendekarê çaran (navdêr (cînav))
- Sala du hezar û bîst û sêyê (navdêr)
- Bîst heval (rengdêr an diyarker?)
Di kurmancî de jî pergala hejmaran ya dehanî tê bikaranîn lewma dema koma jimarnavê tê nivîsîn hejmara biçûk li herî dawî (aliyê çepê) hejmara herî mezin jî li herî serî (aliyê rastê) tê nivîsîn û hejmar li gorî mezinahiyên xwe tên rêzkirin. Heger koma jimarnavê di nav xwe de çend kom an jî komên din dihewine, bi “û”yê bi hev tên girêdan û hejmara dubareker berî hejmara dubarekirî tê nivîsîn.
- Sed û sê
- Hezar û sed û sê
- Sê hezar û sed û sê
- Sed mîlyon û du sed hezar û çar sed şêst û heft
[1] University College London; https://www.ucl.ac.uk/english/people/bas-aarts
[2] Huddleston di çapa kevin ya Intoduction to the Grammar of English (1984, r. 329) de dibêje jimarnav berê pêşîn navdêr in ku hin awayî wekî diyarker jî tên bikaranîn.
[3] University College London; https://dickhudson.com/
[4] https://zimannas.files.wordpress.com/2017/03/hejmarnav.pdf 15.04.2023
Çavkanî
Bedir Han, E. C. & Lescot, R. (1990), Kürtçe Grameri (Kurmanci Lehçesi), Paris, Institut Kurde De Paris.
Bedir-Xan, C. A. (1998), Elfabêya kurdî & Bingehên gramera kurdmancî, Stenbol, Weşanên Doz.
Ciwan, M. (1992), Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi Kurmanc Lehçesi, Sweden, Jîna Nû.
Elî, M. E. (2006), Ji Bingehên Rêzimana Kurdî (Pirtûka Fêrkirinê), Efrîn.
Huddleston, Rodney 1984 Introduction to the Grammar of English. New York: Cambridge University Press.
Muhammed, H. (2016). Peyvsazî Di Zimanê Kurdî De. (Pirtûka Neçapkirî). https://zimannas.files.wordpress.com/2016/08/peyvsazi-kiteb1.pdf. 04.12.2022.
Quirk, R., Greenbaum, S., Leech, G.,, Svartvik, J. (1985). A Comprehensive Grammar of the English Language. London: Longman.
Tan, S. (2011). Rêzimana Kurmancî (Çapa Berfirehkirî), Stenbol, Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê.
-
AuthorPosts
- You must be logged in to reply to this topic.