Homepage Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Mela Abdurrahman Uçaman (1934-1998)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24492
    xudreste
    Keymaster

    Mela Abdurrahman Uçuman di sala 1934ê de li Licê hatiye dinê. Kurê Mela Sitkî, neviyê Mela ‘Ebdullatîf e. Malbata wan malbeteke “malmela” ye, wekî mala ‘Alî Romî tên nasîn. Mela Abdurrahman li ber destê Mela Mihemedê Reş dest bi xwendina Qur’an, Nûbihara Biçûkan û Xayetu’l-Îhtîsarê dike. Li gundê Îsaqanê ji Mela ‘Ebdulqadir, li Karazê ji  Mela Mihemmed û ji Mela Îsmetullah, li Mermerê ji Mela ‘Ebdulselam, li Alîbardaxa ji Mela Kamil, li Licê ji Mela Ahmed Meylanî, li Hezroyê ji Seyda Hecî ‘Ebdulfettah û birayê wî Mela Zahid ders stendiye. Piştî ku îcazeta xwe distîne li gundê Cirnoqê fexrî-melatî kiriye. Di sala 1955ê de ji ber ku “Propagandaya Kurdperweriyê” dike giliya wî kirine. Di navbera salên 1959-1960î de li Diyarbekirê katiptî kiriye û bi karûbarên siyasî mijûl bûye. Çend caran hatiye girtin. Li Amedê tamîra radyoyan kiriye, lewma wekî Mela Abdurrahmanê Radyocî jî tê nasîn. Mela Abdurrahman Uçaman di sala 1998ê de wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Mela Abdurrahman di sala 1978ê de dest bi wergera Qur’anê kiriye lê ji ber derbeya leşkerî ku dibê belkî dewlet dest bide ser, 17 cûzên wergerandî emanet dide hevalan lê piştre pê dihese ku ew wenda bûne. Ji nûve dest pê dike, lê ‘emrê wî têrê nake ku bi dawî bike. Meala Cuzû ‘Emma li ber dest e.

    Mela Abdurrahman Uçaman pirtûka “Ferhenga Etîmolojiya Zimanê Kurdî” jî amade kiriye û daye çapkirinê.

    Xebatên Derbarê Mela Abdurrahman Uçaman De

    Özdaş, H. (2019). Kürtçe Meallerde Tercüme Sorunları Meala Fîrûz Şerha Qur’ana Pîroz Örneği. Îllâhiyât. Ankara

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor