Homepage Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî (1949-)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24509
    xudreste
    Keymaster

    Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî di sala 1949ê de li gundê Sêdeqnê (Bayrambaşı) hatiye dinê. Gundê Sêdeqnê girêdayî Farqînê ye. Paşnavê wî yê fermî “Azarkan” e. Di nav gel de wekî “Seydayê Mela Îbrahîm Xelîlê Sêdeqnê” jî tê nasîn. Li ber destê bavê xwe hînî xwendina Qur’anê bûye. Salekê li medreseya Şêx ‘Eta dimîne. Piştre, li Erxeniyê li cem Mela Mûsa, li Qûrtê li cem Mela Reşad, li Heşterê li cem Mela Yûsifê Badikî, li Feşatê li cem Mela Ebedîn Kefrî, li Turzê li cem Mela Tewfîqî, li Şêx Dawudan li cem Mela Îstianuddîn xwendina xwe domandiye. Îcazeta xwe ya ‘ilmî ji Mela Muhemmed Şerîf Heldewî stendiye. Heta sala 1970yî melatî kiriye. Piştî leşkeriyê demekê li aml dimîne û li dê û bavê xwe dinihêre. Di sala 1983yê de bi fermî dest bi melatiyê dike. Di sala 2000î de teqawid bûye, li navenda Diyarbekirê bi karûbarên ‘ilmî mijûl e. Ji ber ku

    Berhemên Wî

    Di berhemên xwe de mexlesa “Amedî” bikar aniye. Gelek berhem wergerandiye zimanê kurdî û di van berheman de xwe wekî “Wergervanê Kurd Îbrahîm Xelîlê Amedî” dide nasîn. Digel wergeran şerha hin berheman jî kiriye.

    Wergerên Hatine Çapkirin

    Gulîstana Se‘dîyê Şîrazî

    Jîyana Pexemberê Xuda Tercûma Muhemmed Resûlullah (saw) Bi Zimanê Kurdî: Berhem bi eslê xwe ya Muhemmed Riza ye û bi erebî hatîye nivîsîn.

    Hedîyetu’t-Talibîn/ Fiqha Şafiî Bi Zimanê Kurdî: Berhem bi eslê xwe ya Ebdurrehman Kemal Muhemmed e, bi zimanê erebî û bi azîna pirs û bersivan hatîye nivîsîn.

    Wergerên Nehatine Çapkirin

    Huqûqu’l-Însanî fî’l-Îslamî/ Di Îslamîyetê da Mafê Însanan: Berhem bi eslê xwe ya Ebdurrehman Kemal Muhemmed e û bi erebî hatîye nivîsîn.

    Şerh

    1. Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
    2. Şerha Elfîyeya Îbnî Malîkî

    Wergerên Rîsaleyên Nûrê

     

    Xebatên Derbarê Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî De

    Sönmez, N. (2022). “Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî û Rêbaza Wî Di Wergera Rîsaleyên Nûrê Da”. Muhakemat Uluslararası Risale-i Nur Araştırmaları Dergisi 1 / 2 (December 2022): 63-85 .

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor