Homepage Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Mela Mihemed Nûriyê Hecî ‘Îsê (1894-1977)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24513
    xudreste
    Keymaster

    Mela Mihemed Nûriyê Hecî ‘Îsê di sala 1894ê de li gundê Sînanê hatiye dinê. Gundê Sînan girêdayî Bismilê ye. Mela Nûrî malbata xwe digihîne neslê Ehlê Beyt. Malbateke “malmela” ne. Dêya wî di nav gel de wekî “Şêx Fatma” tê nasîn. Mela Nûrî li ber destê bavê xwe dest bi xwendinê dike. Piştî wefata bavê xwe li gelek medreseyên derdorê digere. Li gundên Diyarekirê û Batmanê melatî kiriye. Herî dawî li gundê Hecî ‘Îsê (Karpuzlu) maye û nêzî 50 salan li vir melatî û mideristî kiriye. Mela Nûrî di sala 1977ê de li Hecî ‘Îsê wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Mela Mihemed Nû bi kurdî û ‘erebî berhem dane. Çar berhemên wî yên bi kurdî li ber dest in. Li gorî kurê wî Ehmed Tanyeri, dîwaneke Mela Nûrî jî hebûye lê ev berhem wenda ye. Mela Nûrî mexlesên; Nûrî, Necl (kur,law), Nuceyl û Neclî Ewhed bikar anîne.

    1. Mesnewîya Şemsedînê Tacir: 492 malik e.
    2. Mersiyename: 629 malik e. Li ser Kerbelayê ye.
    3. Kitabu Nuzhetu’n-Nufûs (Mesnewîya Hesen Cewherî): 838 malik e. Pend û şîret e.
    4. Kitabu’l-Îsra we’l-Mî‘rac (Mî‘raciye): 2439 malik e.

    Werin hey/werin hey/ werin guh/bidin

    Ku bîjim/ ji bû we/ çi derdek /mezin

     

    Çi hate /serî eh/li beyta/ nebî

    Ji bû wan /fida bin /ummî we/ ebî

     

    Nexasim Huseyni imam bû şehîd

    Di kerb û belai Imami wehîd

     

    Werin me’temi tev bi hevra temam

    Ji bû mersiya şeh bikin ihtiram” (Me’temname: 1-4 / 193)

    Xebatên Derbarê Mela Mihemed Nûriyê Hecî ‘Îsê De

    Sönmez, N. û Turğut, C. (2022). Mela Muhemmed Nûrîyê Hecî ‘Îsê Û Mesnewîyên Wî, Kurdiname, no. 5, p.1-18

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor