Homepage Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Mela Muhemmedê Heldewî (1886-1950)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24520
    xudreste
    Keymaster

    Mela Muhemmed di sala 1886ê de li gundê Heldayê hatiye dinê. Malbata wan ji Boşatê hatine Heldayê. Perwerdehiya medreseyê stendiye. Li ber destê Şêx Xalid, Mela Yehyayê Ferhendî û Mela Yaqûb xwendian xwe domandiye. Îcazeta xwe ji miftiyê Farqînê, Mela Ebdullah wergirtiye. Li gundên Tilalo, Balî û Kûyayê melatî kiriye.Ji şêxên gundê Bexçeya Farqînê re murîdtî kiriye. Di sala 1950î de li gundê Heldayê wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Mela Muhemmed Heldewî bi kitêba xwe ya “el-Enware” navdar bûye. El-Enwar li ser fiqha mezhebê Şafîî ye. Mexlesa “Heldewî” bikar aniye. Helbest nivîsîne. Navê kitêba wî Tûba Zeman e. Mulemme’ jî nivîsiye.

    Xebatine Derbarê Mela Muhemmedê Heldayî De

    Ertekin, M. Z. & Yıldız, A. (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan

    Mela Muhemmedê Heldayî. (2020) Tûba Zeman, (amadekar: Fezlî).

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor