Homepage Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Mela Xalitê Licî (1934-)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24523
    xudreste
    Keymaster

    Di sala 1934ê de li Taxa Meleyan a Licêya Diyarbekirê hate dinê. Di heft saliya xwe de dest bi xwendina ‘erebî kiriye. Mela Xalit heta 20 saliya xwe li Licê û gelek gundên derdorê li ber destê melayan xwendina xwe domandiye

    Di sala 1954ê de çûye leşkeriyê, piştî leşkeriyê vedigere Licê û heta 1965î meletî kiriye. Mele Xalit, piştre terka meletiyê kiriye û hatiye li Diyarbekirê bi cih bûye û ji xwe re dikaneke seaetan vekiriye.

    Berhemên Wî

    Çar berhemên Mela Xalit bi navê “Serpêhatiyên Zana – Hin Çîrokên Bi Qafiye” di sala 2011yê de ji Weşanxaneya Avestayê hatiye çapkirin. Berhemên wî yên menzûm û pexşan hene.

    Di sala hezar û nehsed

    Digel pêncî û çara

    Payîz hat erd bû cemed

    Tu kes nema li wara

     

    Herêma navî Serhed

    Çiyayên rût ji daran

    Mirov nemîne bê ked

    Li wir namîne caran

     

    Şeş hêyv ew berfa giran

    Li ser axê dimîne

    Digel serma bê îman

    Herkes zorê dibîne

     

    Pîr û ciwan tev gedan

    Bêgav li wir dikin jîn

    Tev xidamê heywanan

    Qîz û bûk û mêr û jin

     

    Di vê dîroka min got

    Mêhvan bûm ez li Tatwan

    Serma golê min disot

    Rûniştîbûm li qehwan

     

    Hebû hew otêlek wan

    Çar ode û yek eywan

    Min cîkî xwestî ji wan

    Gotin fermo ser çavan

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor