Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Yasînê Yusrî (1906-1994)

Mela Yasîn di sala 1906ê de li Pasûra Diyarbekirê, li gundê Xerzika hatiye dinê. Malbata wî ji ‘eşîra Xiya ye, ji Mûşê hatine Duyarbekirê. Mela Yasîn di nav gel de bi anvên Mela Yasînê Sergewra û Mela Yasînê Şemê jî tê nasîn. Bi fermî paşnavê “Toprak” distînin. Hê biçûk bûye sêwî maye. Dêya wî bi perwerdehiya wî mijûl dibe. Piştre diçe Farqînê, li ber destê seydayên navdar (Mela salih, Mela Yehyayê Ferhendî, Mela Îbarîm) feqîtiyê dike. Îcazeta xwe ya ‘ilmî ji Mela Yehyayê Ferhendî stendiye û dest bi dersdariyê kiriye. Li gelek gundên Diyarbekirê muderistî kiriye. Mela Yasînê Yusrî di sala 1994ê de wefat kiriye. 

Berhemên Wî 

Seyfu’l-Meslûl ‘ela Mu’ellef’l-Me’lûl: Bi ‘erebî ye. Derbarê fiqihê de ye. 

Rewdu’l-Heyat: Menzûm e. Di destêka vê berhemê de kurtejiyana Mela Yuasînê Yusrî heye. Derbarê mirin, cennet, cehennemê de ye. 

Tefsîra Suretê Nîsa Ayeta Pêncî û Nehemîn: Bi zimanê ‘erebî ye. Derbarê vê ayetê de ye; “Îtaetê ji Xwedê û Resûlê Wî re bikin”. 

‘Eqîda Îmanê: Menzûm e, xîtabî zarokan dike. 

Tuhfetu’l-Esdîqe: Menzûm e, xîtabî mezinan dike. 

Helbestên Wî: Mela Yasînê Yusrî li ser eşqa Xwedê û Resûlê Wî, bi terzê munacatê gelek helbest nivîsîne lê weke dîwan nehatine tertîpkirin. Helbestên wî yên mulemme’ jî hene. 

Xebatine Derbarê Mela Yasînê Yusrî De 

Erkol, A. (2008). Molla Yasin’in İlmi ve edebi Kişiliği, Uluslar arası Silvan Sempozyumu. 

Ertekin, M. Z. & Yıldız, A. (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan 

Ertekin, A. (2017). Mela Yasîn Yusrî û ‘Eqîdenameya Wî Ya Bi Navê Ed-Durru’s-Semîn (metnlêkolîn-ferheng), Projeya Lîsansa Bilind a Bêtez, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî. 

Qoxi, E. H. (2022). Dîwana Cami‘. Banga Heq. Stenbol. 

Zinar, Z. (1991). Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî. Stockholm. 

Toprak, Z. F. ve Toprak, M. ve Toprak, Z. A. (2009). "Seyda Molla Yasin Toprak (Yüsri) Hayatı ve İlmî Kişiliği". Şarkiyat / 1 (Nisan 2009): 121-132 . 

 

Dosyayên hatine barkirin:
  • yasine-yusri.png