Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Mela Zahid Zeherî – Başer (1958-)

Mela Muhemmed Zahid di sala 1958an da li gundê Nêrçikê ku girêdayî bi navçeya Pasûra (Qulp) Amedê hatîye dinê. Malbata wan bi mala “Têlê Axa” tên nasîn li herêmê. Ev malbat xwe digihînin ‘Ebasîyan. Mela Zahid li Kavara Mûşê dest bi xwendinê dike lê piştî demekê vedigerin Pasûrê. Li ber destê gelek seydayan dersan distîne. Di sala 1976ê de li cem Seyda Mela Mehemed Şerîfê Heldewî îcazeya xwe ya ‘ilmî werdigire. Li gundê Melê Heciya (Pasûr), Memela (Erxenî) û Qerecanê (Erxenî) melatî kiriye. Di navbera sala 1986 û 1989ê de li gelek deverên din ên Kurdistanê melatî kiriye. Mela Zahid, perwerdehiya fermî ji dibistana seratayî heta zanîngehê (îlahiyat) ji derva kuta kiriye. Mela Zahid, perwerdeya tesewufê ji Seyda Şêx Mûhemmed Se’îdê Taxikî werdigire û di sala 1994an da dibe xelîfe. Mela Zahid, li Amedê rûdinê û di Miftigeha navçeya Sûr a Amedê da peywira wa’iztîyê didomîne.

Berhemên Wî

Mela Zahid bi 26 berheman beşdarî edebîyatê bûye. Ji wan 4 (Çar) berhem bi zimanê ‘Erebî ne. Dudu bi Tirkî û 20 berhem jî bi Kurdî nivîsandine. Ji 26 berheman yek pexşan e, yên din hemî nezm in. Mela Zahid, hemû berhemên xwe di kompîtora xwe da diparêze. Heta niha bi çapek fermî tu berhemên wî nehatine çapkirin. Tenê Dersa Geda wek fotokopî hatîye çapkirin û di sala 1999ê da hatîye belavkirin. Mela Zahid, hemû berhemên xwe wek du nusxeyan ji kompîtorê daxistine ser kaxizê ku ebada kaxizê A4 e. Hejmara rûpelên her nusxeyekê 752 ye. Li ser bergê nusxeyan navê berhemê hem bi ‘Erebî, hem bi Tirkî û hem jî bi Kurdî nivîsandîye ku bi Kurdî wehaye: Dengê Ehlê Sunnet û Cema’et. Li jêrê emê yek bi yek bi kurtasî danasîna van berheman bikin (Ertekin, 2020: 109).

Mela Zahid digel kurdî bi zimanê ‘erebî û tirkî jî dizane. Bi hersê zimanan berhem dane. Bandora Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mela Huseynê Bateyî, Mela Xelîlê Sêrtî, Se’îdê Kurdî û Şêx Mûhemmedê S’êdê Taxîkî li ser wî çêbûye. Xezel, qesîde, rûbaî, musemmet, qit’e, mesnewî, terkîbî bend, tezmîn û mulemme’ nivîsîne. Mexlesa “Zahid” bikar aniye.

Berhemên Kurdî

Dîwan 1: Dîwan ji 40 helbestan pêk hatîye û dîwanek muretteb e. Helbesta herî dirêj 14 malik e. Mijara dîwanê Ne’t e. Dîwan bi teşeya xezelê hatîye nivîsîn. Taybetîya vê dîwanê ev e ku di hemu helbestan da pîta serê malikê û pîta dawîya malikê heman pît e.

Dîwan 2: Ev dîwana Mela Zahid di nav dîwanên wî yê Kurdî da ji layê zêdebûna helbestan û malikan dîwana herî mezin e. Ji layê teşeyên nezmê jî dîwana herî dewlemend e. Xezel, Qesîde, Musemmet, Qit’e, Terkîbî Bend di dîwanê da hatine

bikaranîn. Ji layê naverokê jî dîwanek rengîn e. Mijara sereke Evîna  Pêxember û ‘Eqîdeya Ehlê Sunnet û Cema’et e. Ji bilî her dû mijarên sereke gelek mijarên din û cûreyên edebî jî di vê dîwanê da bi cih bûne. Hemû hunera Mela Zahid ya edebî ji layê naverok û cûreyên edebî va di vê dîwanê da civîya ye; ‘Erûzname, Silsilename, Medhiye, Remezanname, Tewbename, Cîhadname.

Dîwan 3: Dîwan ji 124 helbestan pêk hatîye û dîwanek e muretteb e. Mijara sereke hezkirina Xweda, nav û sîfetên Xweda ye. Digel van mijaran, tewbe, cîhad, evîna Pêxember û tesewuf jî bûne mijarên helbestan. Wehareng, du helbest li ser Kelha Amedê hatine nivîsîn.

Menzûme: Mela Zahid 17 menzûme nivîsandine. Hemû menzûmeyên wî dînî ne. Hemû bi kêşa ‘erûzê hatine nivîsandin, tenê yek berhem; Dersa Geda bi kêşa xwemalî ya Kurdî hatîye honandin: Mewlûda Me Ya Nû, Mewlûda Zat’uş-şîfa, ‘Eqîda Şêxê Xanî (‘Eqîda Ehlê Sunnet û Cema’et), Nehcu’l Enama Sanî, Amentû, Dersa Geda, Pêsed “Taîye” ta Medhê Resûlullah (s.x.l), Pêsed Beyta Mekke û Medîne, er-Rîsalet’un-nefî’e, Hîkmetname, Wesîyeta Min, Rîyada Me, Roj û Şev, Burdîya Kurdîya, Ibnu’l-Werdîya Kurdîya, Texmîsa Ibnu’l-Werdîya Kurdîya, Cewşena Me.

Xebatine Derbarê Mela Zahid Zeherî De

Ertekin, N. (2020). Nazım û Şa’ir Mela Zahid Zeherî (Başer): Jîyan, Berhem û Kesayetiya Wî Ya Edebî . Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi , 6 (11) , 105-136 .

Ertekin, M. Z. & Yıldız, A. (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan

 

Dosyayên hatine barkirin:
  • zeheri.png