Homepage Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Mela Zahidê Diyarbekirî (1935-)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24526
    xudreste
    Keymaster

    Mela Zahid di sala 1935ê de li gundê Dêrsilê hatiye dinê. Navê bavê wî Mela Hadiyê kurê Mela Mihemedê Endarî ye. Gund nêzî bajarê Hezroyê (Diyarbekir) ye. Ew 7-8 salî bûye diya wî miriye û dest bi xwendina medresê kiriye. Mele Zahid di destpêkê de li gundê Başnîqê li nik mele Remezan xwendiye. Di pey re li nik Mela Ehmedê Miftiyê Farqînê û paşê li nik Şêx Mihemed Seîdê Cizîrî perwerdehiya xwe domandiye. Li Binxetê, li bajarê Amûdê û li Xeznayê jî xwendiye. Mela Zahid destûrnama xwe ya xwendinê ji Şêx Ûsivê Sewrî (Mêrdîn) sitendiye. Nivîskar piştî ku dibe Mela, ji sala 1959ê hetanî sala 1969ê, li bajarê Licê ders daye feqiyan.

    Berhemên Wî

    Bi kurmancî mewlûd nivîsiye. Li gorî agahiyên Zeynelabîdîn Zinar dide; mewlûda wî dişibe ya Melayê Bateyî lê Mela Zahid bêjeyên ‘erebî û farisî bikar neanîne û bi kurmanciyeke zelal ev berhem honaye.Navê kitêba xwe “Herdûbat” daniye. Herdûbat di sala 1978ê  li Stenbolê hatiye çapkirin. Zeynelabîdîn Zinar ji tîpên ‘erebî veguheztiye tîpên latînî û di sala 1990î de li Stockholmê weşandiye.

    Pesnê pir bona Xwedayê alemîn

    Ew Xwedayê daye me pir keremîn

     

    Em kirine umetek b’xêr û ber e

    Pêgirtyê wî Muhemmed Peyxember e

     

    Ew Xwedayê xweyê mulkê pir mezin

    Me musulman kirye tev hev mêr û jin

     

    Daye me îman bi Qurana şêrîn

    Em kirne ummeta Muhemmed emîn

     

    Ew Xwedayê fena wî qet kes nehin

    Bê dêk û bav û heval bê mêr û jin

     

    Bê vexwar û xwarin û bê cî,mekan

    Em ji bona cî dibêjin “Lamekan”

     

     

    Xebatên Derbarê Mela Zahidê Diyarbekirî

    Diyarbekrî, M. Z. (1978). Herdûbat. Bayraktar Matbaası. İstanbul.

    Diyarbekrî, M. Z. (1990). Herdûbat (ji tîpên erebî: Zeynelabîdîn Zinar). Weşanên Apec-tryck & Forlag. Stockholm.

    Zinar, Z. (1991). Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî. Stockholm.

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor