Homepage Forum PÊKENÎ Mêr mêran nas dike!

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24460
    xudreste
    Keymaster

    Di kurdî gotinek heye, hem gotineke pêşîyan e hem jî li ser wê pêkenokek heye, di nav gel de berbelav e.

    Di cimaetekê de yekî pesnê xwe dida, digot:
    – Di sûka Sêrt’ê de sê mêr hene:
    Yek pismamê min Misto ye.
    Yek xalê min Ehmo ye û yê sisiyan jî ez navê wî nabêjim, hûn tê derxin.
    Cimaetê çiqas israr kir jî, got welle ez nabêjim.
    Pismamê wî Misto jî di nav cimaetê de bû, û got:- Ez zanim , ew jî tu yî.
    Xwediyê fortan (zirtan) got:
    -Law bi rastî jî mêr mêran nas dike. Çavkanî

    Îcarê di twitterê de jî meseleyeke wiha qewimî, min got heq dike ez wê li vir parve bikim da ku wenda nebe, em jî mêran nas bikin.

    Kerem bikin meseleya Abdurrahman Kurt û M. Xalid Sadini:

     

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor