Homepage Forum PÊKENÎ Pêkenokên ji derdora we

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24462
    xudreste
    Keymaster

    Ez nizanim li ku qewimîye lê wexta ez zarok bûm carna li malê digotin. 

     

    Dibêjin rojekê serê sibê zû gundîyek ji xew rabûye genimê xwe birîye êş, hêraye. 

    Di vegerê de, rast li cîranê xwe tê. Cîranê wî jî genim li ker kirîye bar û diçe êş da ku genimê xwe bihêre.

    Silavê li hev didin, hevdu dipirsin. 

    Yê berê wî li êş ji yê li vegerê dipirse; 

    -Xêr e, tu ji ku tê?

    +Ez ji êş têm wele, serê sibê zû rabûm, hatim, min genimê xwe hêra û vaye ez vedigerim.

    -Wele ku ez li wir bûma min ê berî te genimê xwe bihêra.

    + Ê, tu ne li wir bû, min hêra û ez vedigerim.

    -Ku ez li wir bûma min nedihişt te bihêra.

    +Çawa te nedihişt kuro?

    -Wele min nedihişt, min ê berî te bihêra.

    +Ê weleh tu li wir bûya jî min ê berî tê bihêra.

    -Weleh min nedihişt, ku ez li wir bûma.

    Dikevin ser hev, dev û serê hevdu dişkînin. Yê li vegerê yê din dikuje.

    Dipirsin bê çima te ew kuşt.

    Dibêje, gotîye ku ez li wir bûma min nedihişt te genimê xwe bihêra.

     

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor