Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Şêx ‘Ebdulqadirê Hezanî - Sanî (1838-1908)

Şêx Ebdilqadirê Hezanî, di hin çavkanîyan de weke Şêx Evdilqadirê Melakendî Hezanî derbas dibe. Weke Ebdilqadirê Sanî û weke Şêxê Mezin jî hatiye naskirin. Lawê Mela Ebdillahê Semerşêxî ye, Şêx Ebdilqadir piştî ku ji bavê xwe tehsîla xwe girt û pêve bûye girêdayî Seyîd Sibxatullahê Ervasî. Piştî mirina Ervasî jî li cem Xelîfeyî wî Şêx Ebdurehmanê Taxî seyr û siluka xwe temam kiriye. Li gor çavkanîyan yekem kes e ku bûye xelîfeyê Şêx Ebdurehmanê Taxî. Di destpêka irşada xwe de li gundê Resûlanê melatî kiriye, paşê li ser daxwaza Şêxê xwe Şêx Ebdurehmanê Taxî derbasî gundê Hezanê ya navçeya Licê bûye. Şêx Ebdilqadir li devera Licê tekya û medrese vekirine û bi irşada wî gelek kes beşdarî terîqetê bûne. Li wir ji bo ku debara xwe bike bi karê bazirganî û cotkarîyê mijûl bûye. Jidayikbûna wî ne zelal e, lêbelê wefata Şêx Ebdilqadir li gor miladî di sala 1908ê (1326 hîcrî) de ye, li Hezanê wefat dike û gora wî li Hezanê ye. (Karak, 2020: 67)

Berhemên Wî

Şêx Ebdilqadirê Hezanî li dû xwe dîwaneke helbestan hiştiye; bi qasî ku şêx û alim e, herweha helbestkar û edîbekî mezin jî bûye. 30 helbestên wî ji alîyê Tehsîn Îbrahîm Doskî ve bi navê “Mela Ebdillahê Hîzanî û Şa’irên Malbata Wî” di sala 2011yê de li Duhokê hatiye çapkirin. Herweha ev dîwana wî bi tîpên latînî ji alîyê Mela Birhanê Tarînî ve jî hatiye amadekirin û Weşanxaneya Lîsê ew li Tirkîyeyê çap kiriye. Piranîya mijarên helbestên wî eşqa îlahî, tesewif û pesindayîna murşîdê wî ne, ji bilî Dîwanê hin nameyên wî jî hene.

“Ey dilberê ey dilberê, şîrîn zebanê şekkerê

Carek xuya be l’ pencerê, te ez helandim pêş xwe da”

 

“Qitrek li ser qelbî bişîn, şahê cihan û derzemîn

Ta çendî bêjim an û în, mînim di cewlana xwe da”

 

Xebatine Derbarê Şêx ‘Ebdulqadirê Hezanî De

Doskî, T. Î.(2011). Mela ‘Ebdillahê Hîzanî û Şa’irên Malbata Wî, Dihok: Weşanên Spîrêz.

Karak, M. Z. (2020). Dîwançeya Şêx Îsmetullahê Karazî (Metn û Lêkolîn). (Hejmara Weşandinê: 641981). [Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê]. https://tez.yok.gov.tr/

Qoxi, E. H. (2022). Dîwana Cami‘. Banga Heq. Stenbol.