Home Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî – Rûhî (1854-1910)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24531
    xudreste
    Keymaster

    Şêx ‘Ebdurrehman di sala 1854ê de li gundê Aqtepeya Çinara Diyarbekirê hatiye dinê. Kurê Şêx Hesenê Nûranî ye. Bi malbatî ji Colemêrgê ne, ji Colemêrgê koçî Diyarbekirê kirine. Li Aqtepeyê li medreseya bavê xwe dest bi xwendinê dike. Îcazeta ‘ilmî ji bavê xwe stendiye, îcazeta tesewwifê jî xelîfeyê bavê xwe Şêx Mihemmed wergirtiye. Girêdayî terîqeta Neqşebendîyê ye. Piştî ku bavê wî wefat dike ew di medreseyê de dersdariyê dike. Piştî demekê medreseyê dispêrê birayê xwe Şêx Mihemed Can û bi nivîsê mijûl bûye. Di sala 1910ê de li Diyarbekirê wefat kiriye û li gundê Aqtepeyê hatiye definkirin.

    Berhemên Wî

    Şêx ‘Ebdurrahman di gelek mijaran de bûye ‘alim. Di berhemên wî de; fiqih, hedîs, tefsîr, ‘eqaîde, bijişkî, stêrnasî û mentiq bûne mijarên sereke. Digel wê, di tesewwifê de jî bipêş ketiye û berhemên xwe di vê çarçoveyê de dane. Di helbestên wî de ‘işqa tesewwufî dibeliqe. Şêx ‘Ebdurrehman di helbestên xwe de mexlesên “Rûhî”, “Şemsî” û “Şemsedîn” bikar anîne. Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî di bin tesîra Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî de maye. Ev tesîr him jî aliyê ruxsarî him jî ji aliyê naverokê ve xwe di berhemên wî de nîşan dide. Bi tevahî 13 berhemên Şêx ‘Ebdurehmanê Aqtepî li ber dest in.

    Berhemên Kurdî;

    Rewdu’n-Ne’îm

    Şêx ‘Ebdurrehman di edebiyata Kurmancîde yekem kese ku “Mî’racname” nivîsandiye. Ev berhem bi teşeya mesnewiyê ye, bi ‘arûz e. 35 beş û 4531 beyt e. Her rûpeleke berhemê bi rengekî ye (kes, sor, zer). Cara ewilî, Mela Ehmedê Qoxî ew di sala 1966ê de çap kiriye. Cara diduyan jî di sala1986ê de, bi destê Mela Zeynelabidînê kurê Mela Remezanê Amedî hatiye çapkirin. Herwiha wî li serê şerhek jî nivîsiye û malikên wê bi zimanê ‘erebî şirove kirine. Çapa Qoxî 24O rûpel e û ya Amedî jî 534 rûpel e. Di sala 1988ê de Zeynelabidin Zinar piştî wergirtina destûrê, bi alîkariya M. Emîn Narozî, Rewdu’n-Ne’îmê ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latînî û di 1991ê de jî li Swêdê daye çapkirin. Ev çap 438 rûpel e. Mijara berhemê ravekirina şekl û şemala (şemaîl) cenabê Resûlê Xweda û Mî’rac e. Tesîra Ehmedê Xanî di vê berhemê de xwe nîşan dide.

    Bide saqîya bade yê pur elem
    Di dil da me hilbû hezar narê xem

     

    Ku xemgîn bibim ez bivê cur‘e ê
    Qetî’ kim bi hiddet serê xame ê

    Wekî ney binalim ji qelbê hezîn
    Bi kêşim hezar def‘e ah û enîn

    Qelem germî bîtin di nezmê gelek
    Binalin li ser çerxê ‘alî melek

     

    Nezim kim hinik metemê metemî
    Ku giryende kim îns û cinnan hemî

     

    Eger çi ne meqsûdî bû ev kelam
    Welêkin ji min xwostî besta meqam

     

    Ji bû hubbê Şehzadeganê Nebî
    Nezim kim li vir bendekî ecnebi

     

    Dîwan a Rûhî

    Dîwana Rûhî ne dîwaneke muretteb e. Dî dîwana de 28 helbest hene. Bi teşeyên xezel, qesîde, murebbe’, muxemmes û mulemme’ helbest nivîsine. Di nav cureyên helbestên wî de ne‘t, medhiye û recmiyye jî hene. Helbestên wî di çarçoveya tesewwifê de ne.

    Gul

    Leb gul û gerden gul û xebxeb gul û ruxsar e gul

    Dêm gul û çehre gul û ten gul seraser yar e gul

     

    Qed gul û qamet gul û xeddê mûnewwer gul gulî

    Cebhetê beyda gul e gul turre ê terrare gul

     

    Çendî nazik herekat e butê gul pîrehenem

    ‘Işwe gul nazê gul û rûniştin û reftar e gul

     

    Nîne kes yarek wekî yarê me yekser gul bitin

    Zulfe muşkîn bûyê gul hem kakulê mekkar e gul

     

    Misle bulbul bê hişî yarê gul endamim çira

    Çonkî gîysû helqedar in perçemê ‘eyyar e gul

     

    Hem zinexdan gul heme gul sîne gul ber gul temam

    Goşîwarê zer li ser gul nikhetê dildar e gul

     

    ‘Aşiqim wek bulbilê fesla buharê gul bidest

    Lew di nêv camê me îxfaye gul û îzhar e gul

     

    Zend û bazû gul bizane kef gul û esbû’ gul e

    Xunçewem lew ‘aşiqan subh û mesa ezkar e gul

     

    Çeşme min ‘eynê gulab e j dîtina yarê ‘ezîz

    Xende gul bûse gul û awur gul û dîdar e gul

     

    Dîlberê gulbun çu gul hîna vebe der ‘alemê

    Ewwel û axir gul e ‘alem hemî gulzar e gul

     

    Yarê min terkîbê endamê gul e yekser gul e

    Werdê min daîm gul e hem qelbê min efkar e gul

     

    Avîtî ‘işqa te ser min cumle gul tên gulşenê

    Meqsedê ‘aşiq çu gul bit seng e gul hem xar e gul

     

    Xaliba Rûhî mûşerref bû bi wesla gulrûxan

    Lew xezel gul gul dibêjit serteser tikrar e gul

     

    Tarîx

    Kitêbeke wî li ser tarîxê ye û bi zimanê Kurdî ye. Malûmatên di derheqê vê kitêbê di Rojnameya “Kürt Te‟avün ve Teraki”yê de tê dîtin. Kitêb destxet e û hinek beĢên wê jê kêm in. Heta niha xebat li ser nehatiye kirin.

    Berhemên Erebî;

    1- Kîtabu’l-Îbrîz

    2- Keşfu’z- Zulam Fî ‘Eqaîdî Ferq’il- Îslam

    3- Minhacu’l-Ûsûl

    4- Pirtûkek li ser stêrnasiyê

    5- Teqwîm/ rojimêr

    6- Kitabu’s-Serfî we’n-Nehwî

    7- Kitabu’t-Tip

    Xebatine Derbarê Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî de

    Abdurrahman Aktepî’nin Divanında Hayvan Mazmunları, Hoca Ahmet Yesevi, Uluslararası Bilimsel Araştırmalar Kongresi, 26- 27 Ağustos 2019, Gölbaşı- Adıyaman.

    Aslanoğlu, O. (2020). Gîya di Dîwana Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî da . The Journal of Mesopotamian Studies , 5 (1) , 2-46 . DOI: 10.35859/jms.2020.676912

    Aqtepî , Ş. E. (2019). Dîwan, (amadekar: Mehmed Emîn Hêvîdar),Weşanên Dara, Kanûna Pêşîn, Stenbol.

    Axtepî, Ş.  E. (2013) Dîwana Rûhî, Diyarbekir: Weşanên Belkî.

    Bozan, M. (2011). Osmanlılar’ın Son Döneminde Makâlât ve Fırak Geleneği: Şeyh Abdurrahman Aktepî Örneği . Marife Dini Araştırmalar Dergisi , 11 (1) , 115-136 . Retrieved from http://marife.org/en/pub/issue/37800/436422

    Ertekin, M. Z. (2015). Qelem Di Rewdinne’îma Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî De. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi , 1 (2) , 8-27 . Retrieved from https://dergipark.org.tr/en/pub/buydd/issue/23840/253989

    Ertekin, M. Z. (2019). “Recmiyye/Le‟netname Wek Cureyek Nezmê û Le‟netnameya Şêx Ebddurrehmanê Aqtepî ( Lêkolîn-Ferheng)”, e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, Nisan-2019, Cilt: 11, Sayı: 1(23).

    Ertekin, M. Z. & Yıldız, A. (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan

    Gîya Di Dîwana Şêx Evdirrehman Aqtepî Da, The Journal of Mesopotamion Studies, C: 5/1, Winter 2020.

    Özaydın, M. (2008) Şeyh Abdurahman Aktepe Hayatı Eserleri ve Tasavvufî Görüşleri, Ankara Üniversitesi Sosyal Bilimler Entitüsü Temel Îslam Bilimleri (Tasavvuf) Anabilim Dalı, Yayımlanmış Doktora Tezi.

    Yıldız, Zeynep, (2020), Lêkolînek Li Ser Dîwana Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî (Rûhî), (Teza Lîsansa Bilin), Zanîngeha Bîngolê

    Zinar, Z. (1991). Şêx Ebdurrehmanê Axtepî Rewdneîm. Stokholm.

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor