Home Forums EDEBIYAT Edîbên Kurd Şêx Eskerî (1899-1952)

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #24530
    Xelîl
    Keymaster

    Şêx Mihemed Eskerî kurê Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî ye. Di sala 1899ê de li gundê Aqtepeyê hatiye dinê. Li medreseya bavê xwe dest bi xwendina xwe ya seratayî kiriye. Piştî mirina bavê wî, birayê wî Kerbelayî bi perwerdehiya wî mijûl bûye. Şêx Mihemed Eskerî di sala 1952yê de wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Di berhemên xwe de mexlesên “Eskerî” û “Mihemed Eskerî” bikar anîne. Xezel û medhiye nivîsîne. Li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Leyla û Mecnûna Xakî medhiye nivîsiye. Keşkola wî hatiye çapkirin.

    Dîwan

    Dîwana Şêx Mihemed Eskerî ne li ber dest e.

    ‘Iqdê Durfam (Çîroka Qijik û Rovî)

    Şêx Eskerî ev berhem bi ‘arûz û qafiye nivîsiye. Tesewwufî ye. Bêjeyen farsî û erebî zêde hatine bikaranîn.

    Gelek şêrîn e ev ezmanê Kurda

    Derîxa me ji dest yekcarî berda

     

    Pesin dîde nîne Kurmancî ye saf

    Xuya ye ne huner tev gotin û laf

     

    Xebatine Derbarê Şêx Mihemed Eskerî

    Sağnıç, F. H. (2002). Dîroka Wêjeya Kurdî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Stenbol

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor