Home Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Şêx Îsmetullahê Karazî (1908-1996)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24534
    xudreste
    Keymaster

    Navê wî yê fermî Îsmetullah Yiğit e. Dî sala 1908ê de li Licê hatiye dinê. Bavê wî Mela Mihemed Baqî ders daye wî. Piştre çûye Hezanê li medreseya Şêx Mihemed Selîmê Hezanî perwerdehiya xwe domandiye. Ji gelek seydayan (Mela ‘Ebdullahê Memamî, Fetthiyê Hezroyî, Mela ‘Ebdilhadiyê Hezroyî, Mela Huseynê Kiçik, Mela ‘Ebdullahê Koxî, Şêx Mehmûdê Kakkoyî, Mela Mihemedê ‘Erebkendî, Mela ‘Ebdilletîf) ders wergirtiye. Îcazeta xwe ji Mela ‘Ebdullahê Koxî werdigire. Şêx Karazî îcazeta terîqetê ji Şêx Yehyayê Çoqreeşî stendiye. Li Karazê dersdarî kiriye û gelek feqî gihandine. Şêx Îsmetullahê Karazî di sala 1996ê de li Diyarbekirê wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Şêx Îsmetullah di berhemên xwe de mexlesên “Ismet”, “Useyma”, “‘Asî”, “Ismetê ‘Asî” û “Useymê ‘Asî” bikar anîne. Şêx Karazî digel kurdî bi zimanê ‘erebî, farsî û tirkî zanebûye.  Bi kurdî û êrebî helbest nivîsîne. Digel helbestên wî hin nameyên wî jî li ber dest in. Tesîra şa’irên Diyarbekirê (Seydayê Licî, Şêx Fethiyê Hezroyî, Şêx Mistefayê Sîsî) li ser helbestên wî çêbûye.

    Name

    Şêx Îsmetullahê Karazî gelek name ji şêx û ‘aliman re (Şêx Ebdurrehîmê Çoqreşî, Şêx Meşûqê nevîyê Hezret, Şêx Ehmedê Cewzî, Mela Reşîdê Tirtopî û Şêx Omerê Karazî [kurê Şêx Îsmetullah]) şandine lê nêzî 20 nameyên wî li ber dest in. Mijarên nameyan piranî şexsî û malbatî ne lê hin ji wan derbarê terîqetê de ne.

    Dîwançe

    Dîwançeya Şêx Karazî ji 18 helbestên kurmancî û ‘erebî pêk tê. Cara ewilî Tehsîn Îbrahîm Doskî, 14 helbestên wî di sala 2011yê de li Dihokê daye çapkirin. M. Zana Karak heşt nusxeyên helbestên Şêx Îsmetullahê Karazî bi dest xistine û di sala 2020î de dîwançeya wî kiriye mijara xwe ya teza lîsansa bilind. Dî dîwançeyê de 12 helbestên kurdî hene. Mulemme’ya wî bi kurmanî û êrebî ye. Medhiye, mersiye, munacat û xezelên tekyayê cureyên helbestên wî ne.

    Dîsa firaqa dilberan zer kir li min can û cesed

    Daxa qedîma der dilan rakir ji ehşaʾan kebed

     

    Îro ji hicra dilberê ji awirê naẕê berê

    Yeʿqûbê bê ḥal im li rê hatî bi ser çehvan remed

     

     

    Xebatine Derbarê Şêx Îstmetullahê Karazî De

    Doskî, T. Î.(2011). Mela ‘Ebdillahê Hîzanî û Şa’irên Malbata Wî, Dihok: Weşanên Spîrêz.

    Ertekin, M. Z. & Yıldız, A. (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan

    Karak, M. Z. (2020). Dîwançeya Şêx Îsmetullahê Karazî (Metn û Lêkolîn). (Hejmara Weşandinê: 641981). [Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê]. https://tez.yok.gov.tr/

     

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor