Homepage Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Şêx Mihemed Canê Aqtepî – Xakî (1858-1909/10)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24535
    xudreste
    Keymaster

    Şêx Mihemed Can di sala 1858ê de li gundê Aqtepeyê hatiye dinê. Birayê Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî ye. Di zaroktiya xwe de dest bi xwendina Qur’anê kiriye û piştre jî li ber destê bavê xwe, li medreseyê perwerdehî dîtiye. Digel wê, li medreseyên derdorê jî ders stendiye û îcazeta xwe ji Mela Mihemedê Qurmişlî wergirtiye. Li Şamê, li dergeha Mewlana Xalidê Bexdadî bi tesewwufê mijûl bûye. Xelîfetiya terîqeta Neqşebendiyê stendiye. Dema vedigere, li şûna birayê xwe li medreseyê seydatî kiriye. Şêx Mihemed di sala 1909ê de wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Şêx Mihemed Canê Aqtepî di berhemên xwe de mexlesa “Xakî” bikar aniye. Şêx Mihemed Can neteweperwerekî baş bû û ev hisên xwe di berhemên xwe de jî diyar kirine. Di bin tesîra Ehmedê Xanî de maye.

    Peyda bikira me ger emîrek

    Sahip huner û xudanê şîrek

     

    Ev tirk, ereb, tatar û faris

    Carek bibûna li ber me naqis

     

    Şêx Mihemed Can li ser “Rewdunne’îm”a birayê xwe pesinnameyek nivîsiye û di sala 1885ê de mesnewiya Leyla û Mecnûn qedandiye. Leyla û Mecnûna wî ji ya Sewadî xurttir e. Helbestên wî jî li ber dest in.

    Tirkî hene nîne Kurdewarî

    Kurdî wekî kenzeke veşarî

     

    Peyda bikira ger me emîrek

    Sahibhuner û xwedanê şîrek

     

    Ev Turk û Ereb Tetar û Faris

    Carek bibûna li ber me naqis

     

    Emma ku xwedan ji bo me nîne

    Nêv Rûm û Ereb ne ademî ne

     

    Her mêrê di wan de ejdiya ye

    Nêv Rûm û Ereb wekî çiya ye

     

    Xebatine Derbarê Şêx Mihemed Canê Aqtepî De

    Sağnıç, F. H. (2002). Dîroka Wêjeya Kurdî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Stenbol

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor