Home Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Şêx Mihemed Selîmê Hezanî (1866-1936)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24537
    xudreste
    Keymaster

    Şêx Mihemed Selîmê Hêzanî lawê Şêx Ebdilqadirê Hêzanî ye û nevîyê Mela Ebdillahê Semerşêxî ye. Şêx Mihemed Selîm ji gundê Memanî ye.  Memanî yek ji gundên Rojkanê ye û girêdayî nehîyeya Bûlaniqa Mûşê ye. Di sala 1866ê de hatiye dinê. Li Hezana Licê niştecih bûne û di ban banê terîqeta Neqşebendiyê xebitîne. Ewilî li ber destê bavê xwe perwerdehî dîtiye. Şêx Mihemed Selîm îcazeta xwe ya ‘ilmî û tesewwufî ji Şêx Mihemed Diyaedîn (Şêxê Norşînê) wergirtiye. Di sala 1936ê de li Hezanê wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Mexlesa “Selîm” bikar aniye. Tê gotin ku ‘eqîdeyeke wî ya bi ‘erebî (Zubdetu’l-Kelam) heye lê heta niha nehatiye bidestxistin. M. Zana Karak di encama xebata xwe ya lîsansa bilind de xwe gihandiye qesîdeyeke wî ya kurmancî. Ev qesîde li ser Şêx Mihemed Diyaedîn (Hezret) e. Qesîde ji 28 malikan pêk tê, dikeve nav cureya mersiyeyê.

    Nidaya rihleta yarê digel nûriste re‘naʾê

    Nîşan da nefheya sûrê ji emwatê û ehyaʾê

     

    Sema a der dinoşan bû semata dil xuroşan bû

    Sefa a sebze-poşan bû bi balê Tûr û Sînaʾê

     

    Hewar kin Şahê Norşîn e digel Hezret Diyaddîn e

    Ku meqsûda me pêk bîne meded ya Xewsê Bexdaʾê

     

    Selîm bes ke ji van qalan tu natirsî jî e‘malan

    Te çil şeş kir di nêv salan esîrê nefs û ehwaʾê

     

    Xebatine Derbarê Şêx Mihemed Selîmê Hezanî

    Doskî, T. Î.(2011). Mela ‘Ebdillahê Hîzanî û Şa’irên Malbata Wî, Dihok: Weşanên Spîrêz.

    Karak, M. Z. (2021). “Qesîdeya Şêx Mihemed Selîmê Hezanî ”, Kurdiyat, 3, 41-66.

    Karak, M. Z. (2020). Dîwançeya Şêx Îsmetullahê Karazî (Metn û Lêkolîn). (Hejmara Weşandinê: 641981). [Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê]. https://tez.yok.gov.tr/

     

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor