Home Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Şêx Muhemmed Ubeydullahê Şewqî (1872-1919)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24544
    xudreste
    Keymaster

    Di sala 1872yê de li Kercewsê (Gercüş) hatiye dinê. Wê çaxê Kercews girêdayî bajarê Mêrdînê bû. Ji Kercewsê koçî Diyarbekirê kirine. Navê wî Muhemmed e, Ubeydullah û Şewqî (Şevki) mexlesên wî ne. Herwiha bi navê Melayê Şafi’ (Şafiler İmamı) navdar bûye. Bavê wî Muhammed Se’îd Efendî girêdayî terîqeta Neqşebendiyê bûye.

    Şêx Muhmmed li ber destê bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Li ber destê gelek seydayên herêmê medrese xwendiye û îcazeta xwe stendiye. Di 37 saliya xwe de dest bi mideristiyê kiriye, dersdarî kiriye. Ji Şêx Mistefayê Sîsî îcazeta terîqetê stendiye. Şêx Muhemmed Ubeydullah Efendî di sala 1919yê de li Diyarbekirê wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Li gorî beyana wî du berhem nivîsîne lê ev berhem îroroj ne li ber dest in. Mulemme’yeke wî di pirtûka Şefîk Korkusuz (Osmanlı Dönemi Diyarbekir Şairleri) de bi tipên ‘erebî hatiye weşandin. Rêza yekê bi erebî, ya duyê bi farsî, ya sêyê bi tirkî û ya çarê bi kurdî ye.

    Xebatên Derbarê Şêx Muhemmed Ubeydullahê Şewqî

    Korkusuz. M. Şefik. (2016). Osmanlı Dönemi Diyarbekir Şairleri. Nurefşan Yayınları. İstanbul

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor