Home Forums ZIMAN Ferheng structure

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #24516
    Xelîl
    Keymaster

    Di ferhenga dîjîtal ya Oxfordê de wiha hatiye pênasekirin: “the way in which the parts of something are connected together, arranged or organized; a particular arrangement of parts”

    Meriv dikare bi kurmancî bêje: “ew e ku parçeyên tiştekî bi hev ve girêdayî, rêzkirî û organîzekirî ne; rêzkirina xweser a parçeyan” (heger şaşî hebe heval dikarin serast bikin)

    Di zimanê tirkî de ji bo vê têgehê gelek bergind hene: yapı, bina, inşaat, bünye, iskelet, temel, strüktür…

    Di kurmancî de jî yên berbelav tên bikaranîn ev in: binyad (binyat), bastûr, dêsman, strûktûr, pêkhate…

    Di xebatên akademîk de herî zêde em rastî bikaranîna “binyad”ê tên.

    Cureya peyvê navdêr e. Zayenda wê mê ye.

    • structural (tr. yapısal): binyadî
    • structuralist (tr. yapısalcı): binyadîger
    • structuralism (tr. yapısalcılık): binyadîgerî
    • structurality (tr. yapısallık): binyadîtî
Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor