Homepage Forum ZIMAN Ferheng style, stylist, stylistic, stylistics

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24533
    xudreste
    Keymaster

    style: (navdêr, lêker) Ji aliyê teşe, xuyang an jî karakter ve cureyeke cuda ya diyarkirî.

    kurmancî: şêwaz, şêwe, stîl, isûl, uslûp

    tirkî: biçem, bîçim, tarz, moda

    Di kurmancî de piranî peywa “şêwaz”ê tê bikaranîn (di xebatên ziman û edebiyatê de).

    stylist: (navdêr) Kêsa/ê ku karê şêwazê (style) dike. Navê pîşeyê.

    kurmancî: şêwaznas, şêwenas, stîlîst, stîlvan

    tirkî: stilist, biçemci

    stylistic: (rengdêr) Têkilî şêwazê an jî aîdî şêwazê.

    kurmancî: şêwazî, şêweyî

    tirkî: biçemsel, biçimsel

    stylistics: (navdêr) Navê zanista şêwazê ye ku li dorhêla ragihandinê, nemaze di berhemên edebî de li ser bijardeyên derbirînên zimanî yên karakterîstîk ên şexsan an jî koman lêdokile.

    kurmancî: şêwaznasî, şêwenasî

    tirkî: biçembilim, üslupbilim

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor