Homepage Forum ÇAPEMENÎ Medyaya Civakî Tiştên Ecêb ku Hûn Li Medyaya Civakî Lê Rast Hatine

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24458
    xudreste
    Keymaster

    Medyaya Civakî gerdûnek e, afirînerên wê jî mirov bi xwe ne. Lewma mirov dixwaze bê zanîn di vê qadê de. Îja çawa dê xwe bide nasîn? Çi yê wî/wê ji yên din cuhda ye? Carinan qeşmertîyê dike, carinan quretîyê dike, carna forsa xwe dike, carna derewan dike, carinan sirrên xwe eşkere dike…

    Dixwazim ev forûm bibe cihê van tiştan, li medyaya civakî hûn li çi heyirîn?

    Ez destpê bikim;

    Qaşogiravî li ber navên xwe “rojnamevan, nûçegihan, journalîst û nç. (nç: nizam çi)” nivîsîne, yek ji wan Mihemed Salih Bedirxan û yê din Rawîn Stêrk, bona ku forsa xwe bikin û xwe jîr û jêhatî nîşan bidin, lixwemikurhatinek parve kirin: Ligor î ku ew dibêjin: Telefonî Salih Muslim kirine, ji ber ku ev herdu rojnamevan di dezgehên dijî rêveberîya Rojava de dixebitin, Muslim ne xwestiye bi wan re biaxive, îja wan jî li ser navê rojnameya tirk “Hürriyet”ê ji nûve telefon kirine, Muslim jî qey bona derdê xwe bigihîne tirkan daxuyanî daye wan.

    Îcarê, ev herdu rojnamevan wek zarokan şên bûn ku Muslim xapandine.

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor