Zarên xelkê bûn pîç ên me man hirç!
Jêgirtin ji Xelîl di 13/11/2022, 15:13 deGotineke resen a kurdî ye ev îfade.
Bêjeya "pîç" ê ji ku hatîye, bi eslê xwe ji kîjan zimanî ye nizanim, di tirkî de jî heye "piç" e.
Bi wateya "zaroyên ku bavê wan nediyar" tê bikaranîn. Weke xeber, dijûn, sixef ketîye zimên.
Lêbelê bi wateya xwe ya mecazî jî di biwêj û gotinên pêşîyan de cih girtîye.
"Law tu çi pîç î" heye bo nimûne, yanî ew kesê ku jîr û jêhatî ye, zîrek e, aqilê wî dişûxile, şeytanîyan dike...
Dîsa, mînaka ku me di sernavî de da...
Nizanim belkî hê jî hebin lê aniha ev tên bîra min.
De em werin ser meseleyê;
Hunergeha Welat bi sernavê "Serêkanîyê û Avaşîn" stranek weşand. Stran bi temaya "êrîşa çekên kîmyewî" ve hatîye honandin.
Di gotinên stranê de ji tirkan re "pîç, bêjî" tê gotin.
Hin hevalên twîtvan dibêjin eyb e ku meriv ji miletekî re bêje "pîç", heger em bêjin em derfetê didin wan ku ew jî ji me re bêjin.
Bêyî konteksta vê mijarê, rast dibêjin, divê meriv tiştekî wiha ji miletekî re nebêje, çimkî dawîya wê tune, devê wan jî heye ew ê jî xeberan bidin.
Îja geher meriv di bazineya hunerê de binêre, ku ez dibêm divê meriv bi vî awayî lê binêre; ji bo ku meriv karîbe kul û derdê xwe vebêje carinan divê meriv hunerên ciwankarîyê bikar bîne. Tabî dibe ku huner ne li gorî her kesî be.
Derveyî hunerê; "yên ku çekên kîmyewî bikar tînin, pîç in."
Edît: Gotinên li ser pîçîtîyê;
- Zarên xelkê bûn pîç ên me man hirç!
- Law tu çi pîç î!
- Te dît bê çi pîç in!
Gotineke resen a kurdî ye ev îfade.