Xêro Abbas – Dil şikestî

Bê evîna te li min çi sara Çendî şikestî û dil bê wara Çav pirsîyarî ji gul û ji dara Ma gelo rojekê tê li min vegerê xerîbê lê, vegera lê wekî berê, wekî berê Hê li bîra min hêsrê çavê ta Gava tu çûyî te got bixatirê ta Ez bihêvîma go bêma bîra ta […]

Xêro Abbas – Dil Bide Min

Te dil da yekî xerîb, ma ne cîranê te me Bi wan çavên te yên reş, îşev mêvanê te me Tenê were Zozanai hêlîna dilcivana Derkeve ji nav gund, li ber çava em xuyane Girê me pir bilind e, her tişt xuyaye di gund de Ez mirî me ji bo te, carkê xuyake bi vir […]

Xêro Abbas – Evîna pêşî

Por berda wê li ser mila Herdû çav tijî kila Lêv sora weke gula Lêlê lêlê lêlê Derbasbû bilêva kenî Kes nedît wê mi bitnê Didilda migot tu ya minî Lêlê lêlê lêlê Derbasbû wek perîya Meşek kir wek horîya Min nasnekir ew kîya Lêlê lêlê lêlê Wêjî dît min lênerî Rawesta hêdîperî Têrnebûm ji […]

Xêro Abbas – Tu

Derdê dilê min pir in, ez nizanim çi bêjim Wek alava Newrozê, ji dil de disincirim Hêviya min azadiye, jînek serbest digerim Tu çiqa ji min dûrbî, dilê min çavê min e Dilê min benda te ye, ka tu bêje: Bimeşe Eger dil min ji bîrbike, tu caran te ji bîrnake Firmisk û xwîn min […]

Xêro Abbas – Çima yarê

Çima yarê çima Dil kirye bahra xema Carek nadêm sozê Her tim dibêjêm hema Dînim gava tu dûrî Nîvê emrêmi dibûrî Dimrim ji ter nexema Dimrim ji ter nexema Wer dam biçin germavê Nav çîmena û ber tavê Ji zûva li benda tema Ji zûva li benda tema Ma gelo evîn wihaya Hemû êş û […]

Xêro Abbas – Derdê dûrî

Xem û derdê min dinyayê birin Roj û şevê min pêt û agir in Heval û Hogir teva barkirin Nizanim sax in nizanim mirin Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê Tev bûne rewî, ketin ser riyan Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê ez mame […]

Xêro Abbas – Zor e

Payiz e, pelê dara xwe weşand Çûna te dil û hinav hilweşand Bi saxî, rih ji canê min kişand Naxwazim tu herî dûrî min Zor e, dizanim Çi bikim dîsa tu dûrî Buhar e, gul û gîha şînayî Li cem min ewr e, çênebû sayî Li ber çav her timî tu wendayî Naxwazim tu herî […]

Xêro Abbas – Bûkê

Bûkê hey Narê, va em hatin te bixwazin Bûkê hey Narê, şahî û govend û saz in Bêjin hey Narê Hey Narê hey Narê Bûka Kurdaye, dilê zavaye Heyva şevaye, find û çiraye Bêjin hey Narê Hey Narê hey Narê Rind û gîhaye, bexçê gulaye Lêvê vê yarê, xunav jê dibare Bêjin hey Narê Hey […]

Xêro Abbas – Barana Şevê

Ji barana şevê, min bêhna te kir -gece yağmurundan, senin kokunu aldım Dilê’m digirîya, bêriya te dikir -kalbim ağlıyordu, seni özlüyordu Te l’min nêrî, te min nas nekir -bana baktın, beni tanımadın Lehî l’min rabû, lê min şil nekir -seller kalktı üstüme, ama beni ıslatmadı Ser dengê dilê xwe, ji xew şiyar bûm -kalbimin sesiyle, […]

Xêro Abbas – Sibe zû

Sibê zû hat ba min Bêhna gula hate min Dil sipî bû wek rokê Dinya û alem bû li cem min Sibe zû hat odê Ruh û canêm şinda Gava mi go tu ji kû tê Go ez horîya xwedê da Li bendî te mam ji mêjda Hey kanîya jîyanê Neçirvano qurbanêm Hey xezala li […]

Herî Jor