Melayê Cizîrî – Gerçi bulbul cewhera zatê gul e
Gerçi bulbul cewhera zatê gul e
Lê gulê rewneq ji ‘işqa bulbul e
Guh de zikrê hal û coşa badeyê
Wê bi bulbul ra dixwûnit bilbil e
Sosinan sed reng avêtin kemend
Wan digo dil bendê tayek sunbul e
Sunbulan seywan li dêmê taze kir
Afitab îro di burca sunbul e
Qet ber yekî vê demê hazir biket
Qisseya fesîl ne karê sunbul e
‘Er‘era rengîn ji tayên sor û zer
Qumriyan sed rengê şîrîn xulxul e
Zimzima ‘işqê ji bala hate xwar
Qudsiyan avête çerxê xulxul e
Min ji dil nasûrekî ra hestiyan
La cerem ev neş’eya daxa kul e
Bulbul û perwaneyê fesl û dem in
Cinsê ‘işqa min tinê derdê kul e
Nêrgiza nazikqed û şehla ye mest
Dîn kirim ez bulbulan sewda gul e
Teb‘ê lami‘weş ji minnet Bûlhesen
Min di dest da Zulfiqar û Duldul e
Eşqerê bedfi‘l hebbi kir ‘eceb
Barekellah xweş bezî hespê qul e
Zulf û biskan pir ji min dil bir Mela
Rişteya canê Melê ew kagul e
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba