Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba
Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba
Êdî nîşan nabin xuya, têkil kirin lazim seba
Min dî seba danê seher, me’wayê bedrê kir du ker
Qews û qezeh jê hate der, dîsa be zulfan ra teba
Îro ji me l’bedra temam, ‘enberfeşan bin sed selam
Ey hudhudê şîrînkelam, ehlen wesehlen merheba
Min dilberek wek dur heye, mehbûbi şîrînsur heye
Husn û cemalek pur heye, Belqîssifet mesken Seba
Me d’vê bibêjiya dilberê, bêt û li uslûba berê
Lê kifş bibît û j’pencerê, xef çî û bê teşbîhê ba
Şox û şepala meyperest, ew zalima hişyar û mest
Vê name xef dey vi dest, fî teyyiha nesru’n-neba
Bêje şirîna surperî, durdaneya ez muşterî
Kan ‘ehd û peymana berê, bê fayde çûn teşbîhê ba
Neyşekera spîdest û zend, zanim mecalê name xwend
Lêvan tebessum kir ji qend, maset kevanî bê ruba
Dilber mecala name dî, nasî ku nîşana me dî
Nûnek muxalif tê nedî, hel qelbuha nehwî seba
Qasid bi meqsûda me hat, pur-mujde û emr û berat
Nîşan hinarin hem xelat, şehzadeya gulgûn-qeba
Îro mecal wê hat û wext, dîsan cuwanbû min dirext
Ew lami‘a dayî ji text, ma kane berqen xulleba
Selwa-rewan zerrînwereq çîçek Melê dîn sed neseq
Yaqûtuha yuhkî’ş-şefeq yehwî ‘uqûden kewkeba
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Daneyên ‘enber li nisrînan reşandî dam dam