Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da

👁️ 2 Dîtin🖨️ Çap Bike

Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
Xedenga xefletê nohtim ji berqê lami‘a lê da

Xedenga firqetê re‘d e dilê ew xefletê lê dit
Dibêjim er cebel bîtin bi ker bit wê di gavê da

Heçî firqet nedî hicran, nebê min dax wê li sîne
Ji beri derbê di hicran û fîraqê rûh û can kê da

Ji derbê dax û bêderdî mepirsin mihneta ‘işqê
Çi zanin bêxeber jana dilê dax û keser tê da

Kesê mihnet dî firqet, vexwarî cer‘eya hicrê
Giryê wan tê bi halê min di vê hicran û zecrê da

Bi dama muhbetê bend im xedenga firqetê dil nuht
Bi şubhê murxê nîmbesmil di hev wertêm di xwûnê da

Birûska batinî da dil di pêtê sîne wê wer bû
Kû dê bêtin çi halî dil di nav nar û di pêtê da

Ji ulfê şubhetê zulfê medam lew bêqerar im ez
Ku canê min ‘ezîz îro wekî dil çû di ulfê da

Ji mehbûb dûr kirim çerxê felek wê pur hilavêtim
Nizanim dê li kû dit min di vê dewran û çerxê da

Hebîbê bêxeta kuştim bi derba firqetê axir
Ji wê rojê dizanî min ku yar ew tîr li cergê da

Gelo dîsa bibînim ez çiraya wesletê hil bit
Bisojim şubhet perwanê li ber wê şewq û nûrê da

Bi der bê Kewkeba Subhê li meşriq Zuhre tali‘ bit
Zuhel dûr bit li şeş burcan û wunda bit di xerbê da

Ji qundus Zuhre peyda bit ji sundis Muşterî bê der
Sipêde det Sureyyayê şefeq det qametê pê da

Ji şerqê ebruwan binmêt hilal dîsa di qewseynan
Ji xawer bête Xurşîdê zelam werbî di nûrê da

Bi werdan zeyyinîn gulşen çemen da lale bişkiftin
Binefş û çîçekan vêk ra şefeq da yek di rewdê da

Sehergeh ‘endelîb mest in ji bêhna werd û bişkojan
Şubhê totak û goyînan dinalîn em di firqê da

Li kelbê asitanê xwe nepursî qet hebîb carek
Gelo naêne bîrê em [d]i vê nêçîr û ravê da

Dizanim şehsuwarê min xezalek wê di fitrakê
Bi cayê seydê ez bûma di fitrak û bendê da

Çi hedd seyd in hezar can in di fitraka hebîbê min
Ku sed Cimşîd û Keyxusrew xulam in ser di vê rê da

Di deh salan mulazim mam û yarê rû neda carek
We ger ne yar eger rû det bes e carek di salê da

Dilo mizgîn e min şa be ku sultanê me dê bêtin
Ji min bawer ke peyxamê seher mizgîn bi min pê da

Şukur bînahiya min hat û Ye‘qûb dîde rewşenbû
Bi boya Yûsufê Misrê li Ken‘anê beser peyda

Nesîmê sunbul û sêvan seher da hebs û zindanê
Vebû qufla me bêmifte ziringînê ji quflê da

Fîraqê şev bi axir çû sipêde kifşi bû dîsa
Merîxa nehs avabû, xuyabû roj di şerqê da

Di çerxê wek nucûm dêmdur sema hatin qirana yek
Heyîva bedr bû ew surperî min dî di reqsê da

Ji Wadyê Eymena dilber nizam enguştek îzhar kir
Ku xweş enwar û berq in wê tecellabûn di Tûrê da

Qirana Zuhreyê min dî di ber ‘iqda Sureyyayê
Ji perwînan dibêjim ‘eks e hêj keftî di camê da

Hebîbê ‘ezmê suhbet kir di caman lew şerab anî
Dilê min wî du seyyadan ji buryan ra berê wê da

Ji şeklê ebruyê saqî û bedrek min muqabil dî
Hilatin sed hilal-ebrû îşaret min ji ‘eksê da

Bi tûlên asitanê xwe vexwendim mîr bi dergahî
Bi vî çavî hebîb dîtim şukur ev şefqe Mewlê da

Bi zehrê xwe’y şerîf xwendim ji xizmetkarê dêrîn î
Te pur cewr û cefa dîne d’sulûk û se‘y û cehdê da

Biçîn werdan ji gulzaran ku exyaran bi dest xar in
Ji mexsûsanê dergahî we ‘am in ew di hecrê da

Bi teşrîfa xwe ez dîtim ji lutfê bende nîşan kir
Xelat û şefqe û dildan şukurxwaz în ku Baxwoy da

Me hadir secdeya şukrê li wî ‘erdê muqeddes bir
Bi mujganên xwe dur simtin enî malî li ‘erdê da

Ey a bînahiya çavan but û ‘uzza û latê min
Tu wî pêşî sucûda min sehergahan di xilwê da

Li bal ‘ilmê te me‘lûm e ji jînê min tu meqsûd î
Fid[ay]ê xanim me dê can bit di qesta wesl û dînê da

Bi husna xwe’y îlahî kî bi sehm û heybeta dînê
Nucûm û kewkeb û lami‘ ji bala tên bi bejnê da

Bi xalên werd û nesrînan ji qudret xet kişandî lê
Bi terha nêrgiza re‘na sehergahan nesîm lê da

Ku tûlê asitanî dûr nekî êdî ji dergahî
Ji Baxwoy vê ricû nakîn di babê lutf û rehmê da

Di barê firqetê zanî dikarim ez tehemmul kim
Bi narê kohê Qendîl im meger fîl im di ‘işqê da

Dehî derdê mezin firqet ceger sot ateşê da dil
Cihê sebrê nema çendan ferec min dî di sebrê da

Mela bêqameta yekta qiyamet min bi [ç]ehvan dî
Fîraqê rûsiya bin ma ji min canê şîrîn cê da

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor