Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes

👁️ 3 Dîtin🖨️ Çap Bike

‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
Dî li vî ‘umrê me borî her ‘ebes

Dil emanet da bi naehlan nedî
Ku bi naehlan me da gewher ‘ebes

Da di seyra ‘işqê dil bêxwe dilîr
Lê dibit seyra ku bêdilber ‘ebes

Pur di pê weslê me se‘y û cehde da
Cehde û se‘ya me hatin der ‘ebes

Dest nehêlîn em ji se‘y û cehdê
Cehde û se‘ya me naret her ‘ebes

Ahi wê kuştim bi derba xencerê
Ma di mêlakê diret xencer ‘ebes

Dil ji derba kaşuwan bû parepar
Go di meydanê dibit sed ker ‘ebes

Mehdera vî suxteyî îro biken
Ez dibêjim nabit ev mehder ‘ebes

Kifş e me‘na kî li lewhê sîmi dî
Nuqteyê misk û xetê ‘enber ‘ebes

Da Mela hişyari bî lê pur kesan
Sîne pur lêdane seng û ber ‘ebes

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor