Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
Nezer dî ‘ellem-el esma’ di batin ‘eynê mir‘at î
[D]i pabûsa semensayê me nêrî bejn û balayê
Le‘ellî ebluxu’l-esbabe esbabe’s-semawatî
Ji vî teqwîmê insani nezer key sirrê subhanî
Fehaze’l-wechu min ecla berahînin we ayatî
Ku nûra ‘işqê lami‘ det li Tûra qelbê cami‘ det
Di seyra berzexi’l-esma’ nihayatin bidayatî
Nîşanên turre tuxrayan li wesfên zuhresîmayan
Bi ‘inwani’t-tecella min bera‘ati’l-‘ibaratî
Dilo wer seyrê balayan di gulzaran semensayan
Biha tehtezzu banatun lena min meysi qamatî
Samayanrast û çep tînin şemalên xasse hiltînin
Fe ya lillahî fî meylatiha min ‘etfi banatî
Newaya mutrib û nayê fîxan avête cewzayê
Feyaheyya bi kasatin we ya heyya bi tasatî
Ji nazik nêrgiza nazik di sehmê dî me î‘cazik
We kem min xeşfi xizlanin ehabet leysê xabatî
Huwe’l-Ewwel huwe’l-Axir huwe’z-Zahir huwe’l-Batin
Huwe’l-Me‘bûdu we’l-Meşhûdu fî kulli’l-huwiyyatî
Ji laşey’î ji me‘dûmî me nasî sirrê qeyyûmî
Sucûdî fî turabi’l-mehwi min e‘la’l-meqamatî
Bi xwe rindê xirabat im ji dêrê vê demê hatim
Çi hêvî hûn diken îro ji vî rindê xirabatî
Di iqlîmê suxen mîr im di şi‘rê de cehangîr im
We ye‘lû mewkibe’l-‘uşşaqi e‘lamîn we rayatî
Di ‘işqê Şeyxê Sanî me bi dil behra me‘anî me
Li zî qelbin we zî hicrin şifaun fî işaratî
Çi xweş nûrek zelal î tu di qelbê min şemal î tu
We qelbî fîhi’l-hubbu misbahun we mişkatî
Teqada we digerit hikmet ku çerx û lewleb û ba în
Huwe’l-Fe‘ealu la te‘ter bi esbabin we alatî
Ezel ‘eynê ebed yek an deyûmî û qeyyûmî
Tenezzul tête tefsîlê bi anatin we ewqatî
Te‘alallah ji ihsanî bi dildarî bi dil danî
Mela îro te kir paşa li ser çehvên Melê hatî
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba
- Melayê Cizîrî – Daneyên ‘enber li nisrînan reşandî dam dam