Homepage Forum ZIMAN Ferhengnasî Ferhenga Nevgurê – Nevgur – Ferheng

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

6 peyam tên nîşandan - ji 16 heta 21 (bi tevahî 21)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #31411
    Kesek
    Member

    Temam. Min berî hinek rojan programa qeydkirina dengan baştir kir, problem hew derdikevin, ma ne? Min me’lûmata “sala çêbûnê” xiste ne mecbûrî lê ê ko xwest karê qeyd bikê. Wekî dî min niha kir ko heke yek dengekî ji bo şiklekî/varyanteke gotinê qeyd bikê ew hingî li rûpela gotinê derdikevê. Talî jî min kir ko ḧemû dengên ko yek qeyd kiriye li rûpela qeydkirina deng derkevin.

    Lîsta te ya kêmasî / pêşniyaran li kû ma? 🙂

    Silav

    #31412
    xudreste
    Keymaster

    Silav, belê pêvajoya dengqeydkirinê baştir bûye lê wextê ez dengê xwe yê qeydkirî guhdarî dikim deng hinek nizm tê (li rûpela peyvê baş tê). Edît: Aniha problem tune.

    Min ev not girtine:

    Ji bo şiklên dî jî nimûne li bin peyvê be (nimûne diçe binê peyva ‘esil).
    Ji bo guhdarîkirina dengan îkoneke biçûk hebe bes e. (Player gelekî mezin e)
    Bikarîner dikare ji bo peyvekê çend caran deng qeyd bike (bnr. bûk). Ji bilî yekê nehêle baş e, an jî bêje ‘ewilî ya dî jê bibe.
    Îstatîstîkên ferhengê ne li destpêkê be baş e, li jêr an jî rûpeleke dî dibe.
    Gotina heftiyê piçekî zêdetir derkeve pêş baş e. (Wêneyekî mezintir belkî)

    #31414
    xudreste
    Keymaster

    silav, ez dixwazim ji bo wateya peyvê çavkaniyê bidim, lê çawa?

     

    #31415
    Kesek
    Member

    Tiştekî wilo (hê) nîne. Min fikirîbû ko divê sîstemeke pêşketî ya çavkaniyan hebê deqena yek karibê çavkanî ji bo terciman û şiklan/varyantan jî bidê lê min çareke baş nedîtibû.

    #31416
    Kesek
    Member

    Merḧeba @xudreste, pirseke min heye li ser hin lêzêdekirinên te, ma ev gotinên ko te qeyd kirine ne hevme’nên vanên dî ne?

    • binevşî ↔ xemrî
    • eleste ↔ ḧezir
    • qetab kirin ↔ te’mîr kirin

    Heke hevme’ne bin divê werine jêbirin û dîse werin çêkirin ji ber ko ne mimkun e yek me’na (bi îngilîzî “sense”) ko gotin girêdayî wê ye piştî çêkirinê biguherê (sîstema hevme’nan wilo dişuẍilê ko 2 yan bêhtir gotin girêdayî ‘eynî me’nê (sense) ne).

    Û tiştekî dî yî piçûk, di nimûnan de timamê gotinê qalin tê nivîsandin (veqetandeka wê jî), ne tenê forma bingehî, ev jî ji ber ko di tewandinên lêkeran gelek caran timamê forma bingehî nîne: bewz

    #31417
    xudreste
    Keymaster

    Merheba, rast dibêjî, carna ku ez rastî peyveke kêmnas dibim, ‘ecele dikim da ku li ferhengê zêde bikim lewma ji bîr dikim peyvên heyî kontrol bikim, bibore. Ez ê serast bikim.

    Edît: lê wer dixuye ku ez nikarim peyvan jê bibim, ez ê wekî hevwate lê zêde bikim, xêra xwe tu wan peyvan jê bibe.

6 peyam tên nîşandan - ji 16 heta 21 (bi tevahî 21)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor