Forum Replies Created
-
NivîskarPeyam
-
Kesek
MemberMerheba 🙂
Mesele li vir ne hebûna dewletê yan na ye. Ji ber ko, di kurmancî, farisî, peştûyî, ûrdûyî, belûçî, tirkî de jî kitêb/kîtab tê gotin (li vê lînkê lîsteke mezin heye).
Û em hemû zanin ko dewletên ko zimanê resmî lê farisî, peştûyî, tirkî û ûrdûyî ye hene.
Gelek gelek xeberên di zimanê me de ji zimanê erebî hatine û bi xêra wilo zimanê me zengîntir dibê û ez hêja nabînim ko yek herê xeberên nû çêkê ji bonî van tiştan. Çawa em dibêjin “kursî”, “qelem”, “silav”, “zirar”, “dewam”, “îhtîmal”, “xelk”, “erd”, “tarîx”, “wext”, “hesab”, “saet” xeberên kurmancî ne û ji erebî hatine, “kitêb” û “edebiyat” jî xeberên kurmancî ne ko ji erebî hatine.
Ferqeke mezin heye di neqeba “bi erebî” û “ji erebî”. Kurmancên Behdînanê gelek xeberên bi erebî bi kar tênin, xeberên ko kurmancên ji heremên dî fêm nakin. Lê ev gotinên ko min rêz kirine, ji erebî ketine kurmancî û li hemû hereman têne fêmkirin.
Xebera “pirtûk” ji soranan hatiye çêkirin (“pertûk”) dor salên 1930-1960 û tarîxa wê nîne. Xebera “wêje” jî soran ji xebereke tiştekî nepeywendar di kurdiya başûrî de birine.
Kesek
MemberEcêb çêdibê wextê ko henek însan ji “kû” (li kû derê) re jî “ku” dinivîsênin. Lê wekî dî serê min pê naêşê bere her kes li gora dilê xwe binivîsênê.
Li herema min em ji “ku” re “go” dibêjin lê ji ber ko xuya dikê ev şikil piçekî kêm peyde dibe ez jî “ko” dinivîsênim. Jixwe di Hawarê de jî “ko” hatiye nivîsandin.
Ji bonî 1. em dibêjin “go” û “heke”
Ji bonî 2. em dibêjin “deqena” û “ji bonî go”
Ji bonî 3. em dibêjin “go”
Heya min ji yekî dî jî heye, 4. hinek kes halo dibêjin: “ez zanim ku ev der cihekî baş e”. Li vê derê em “bê” dibêjin. “Ez zanim bê ev der cihekî baş e”.
Kesek
MemberMala te ava.
@xudreste Ez dixwazim fikrê te bistênim li ser van xeberan: pirtûk & wêjeEv herdû jî gotinên çêkirî ne, ji xeynî li ser înternetê û di kitêban de jî min nedîtiye. “Kitêb” ji bêhtirê xelkê kurmanc tê gotin û “kîtab” jî li hinek deran, lê “pirtûk” tiştekî xelet e li gora min û tenê problema fêmkirinê çêdikê. Her kurmanc kitêb/kîtabê zanê û ti ji min bipirsê, çawa em xebereke nû ji sêvê re çênakin, divê em xebera klasîk û heqîqî ya “kitêbê” jî neguherin. Ez ne dijî xeberên nû me, lê tiştên ko navê wan jixwe heye divê em neguherin ji ber ko 1) sebeb nîne 2) fêmkirin zehmettir dibê 3) zimanê me qeto-qeto ye, hê bêhtir qet dibê 4) di tarîxa zimanê me de hene û hemû kes wan zanê.
Wekî dî, wêje jî wilo ye. Edebiyat û edebî yên ko di nav xelk de têne bikaranîn in.
Fikrê te çi ye? Bere ev tişt jî newin guhertin?
Kesek
MemberBaş e tiştek nabê. Lê min jixwe tam ji wê adresê re şiyandibû, ka meyzêne belkî e-posta te xirabe ye. Belkî jî postên min çûne “spam”ê.
Kesek
MemberJi hingî ve peyamin hatine nivîsandin, lê bere ev jî di bin mesela “Merheba”yê de bibê peyama 4a!
Kesek
MemberXebata te çawa diçê, pêş ketiye?
Kesek
MemberYek dibê qey pisîk li ser klavyê meşî û “xjtrb” nivîsand 😂. Dîse jî heke belav bibê belkî xweş çêbê.
Kesek
MemberBelê min xeletîkê dît. Ji xebera “deqe” re “xulek” hatiye gotin, ji bo nimûne li rûpela “Çi Diqewime”yê. Bi xêra xwe ev gotina çêkirî ya ko di nav xelkê me de hîç nîne bi kar newêne. Divê em înterneta kurmancî li ber xelkê xwe zehmet nekin, zimanê dîjîtal / nivîsî ji zimanê normal veneqetê. Her kurmanc dibêjê “deqe” yan “deqîqe”, sebeb nîne ev xeber werê guhertin.
Mala te ava
Kesek
MemberMerheba.
Min carekê berî 1,5 heyv, carekê berî 1 heyv û cara talî berî 2 heftiyan poste ji e-posta malperê re şandibû lê ti deng derneket ti cewab nehat. Ji ber ko problema ko min dixwest bêjim dikir ko însan nikaribê hesabê xwe çalak bikê min nikarîbû tiştekî jî bikim.
Min îro karîbû hesabekî vekim lê ez dixwazim zanibim @Xelîl, ev problem bi timametî hatiye safîkirin? Çawa em karin zanibin ko heke problemên wilo dîse çêbin em ê karibin postê ji rêveberiya malperê re bişînin? Tiştekî muhîm e ko heke yek e-posta xwe şanî bikê, yek cewabê jî bidê postên ko ji yekî re tên.
-
NivîskarPeyam