Forum Replies Created
-
NivîskarPeyam
-
Kesek
MemberMin hê nûka mesajeke dî nivîsand lê ḧemû nivîs wunda bû wextê ko min pêl “Bişîne” kir û ji min nayê ez dîse binivîsînim. Çi ne xweş çêbû halo..
Kesek
MemberMerḧeba @xudreste, pirseke min heye li ser hin lêzêdekirinên te, ma ev gotinên ko te qeyd kirine ne hevme’nên vanên dî ne?
- binevşî ↔ xemrî
- eleste ↔ ḧezir
- qetab kirin ↔ te’mîr kirin
Heke hevme’ne bin divê werine jêbirin û dîse werin çêkirin ji ber ko ne mimkun e yek me’na (bi îngilîzî “sense”) ko gotin girêdayî wê ye piştî çêkirinê biguherê (sîstema hevme’nan wilo dişuẍilê ko 2 yan bêhtir gotin girêdayî ‘eynî me’nê (sense) ne).
Û tiştekî dî yî piçûk, di nimûnan de timamê gotinê qalin tê nivîsandin (veqetandeka wê jî), ne tenê forma bingehî, ev jî ji ber ko di tewandinên lêkeran gelek caran timamê forma bingehî nîne: bewz
Kesek
MemberTiştekî wilo (hê) nîne. Min fikirîbû ko divê sîstemeke pêşketî ya çavkaniyan hebê deqena yek karibê çavkanî ji bo terciman û şiklan/varyantan jî bidê lê min çareke baş nedîtibû.
Kesek
MemberTemam. Min berî hinek rojan programa qeydkirina dengan baştir kir, problem hew derdikevin, ma ne? Min me’lûmata “sala çêbûnê” xiste ne mecbûrî lê ê ko xwest karê qeyd bikê. Wekî dî min niha kir ko heke yek dengekî ji bo şiklekî/varyanteke gotinê qeyd bikê ew hingî li rûpela gotinê derdikevê. Talî jî min kir ko ḧemû dengên ko yek qeyd kiriye li rûpela qeydkirina deng derkevin.
Lîsta te ya kêmasî / pêşniyaran li kû ma? 🙂
Silav
Kesek
MemberErê berî roja înê digot “divê ti bêhtir me’lûmat li ser xwe qeyd bikê” lê nedihişt ko yek ew me’lûmat qeyd bikê. Înê jî min kir ko yek karibê qeyd bikê.
Min hê neceribandibû ji ber wê heya min ji problemên bi şiyandinê re nînbû, ez ê lê meyzênim, mala te ava.
Têbinî: Wextê mirov bitikîne bişkokan rengê wan biguhere dê baştir be bo mirov zanibe bê qeydî destpê kir an na.
Rast e, min ew program zûve çêkiribû ji hingî ve min çêtir nekiriye ez ê wê baştir kim.
Mala te ava ji bo dengên ko te qeyd kirine, ez ê kim ko di lîsta dengan de navê ê/ya ko qeyd kiriye jî derkevê.
Pirseke min ji te re heye, ez difikirim ko belkî ne ḧewce bê yek binivîsênê bê ma yek dor kîjan salan çêbûye (1980-1990 / 1990-2000 etc.). Bi fikrê te, bere hê jî ḧewce bê (weke niha), yan jî bere ne ḧewce bê lê ê ko xwest dîse karibê, yan jî ez wê pirsê bi timametî rakim?
Li hêviya cewaba te û lîsta te me 🙂 Silav
Kesek
MemberMin dît ko te gotina “bêaqil” qeyd kiriye lê ev gotin jixwe hebû. Ez ḧewce bûm wê jê bibim, bi xêra xwe hevme’nan ji bo ya ko jixwe heye çêke.
Kesek
MemberLi ser 1. ez naxwazim wî tiştî çêkim ji ber ko alfaba ferehkirî ji bo însanên ko fêm nekin re ne bar e (û ji bo ‘elimînê ji gelekî bi kêr tê), dîse jî karin weke normal bixwênin. Ez zanim ew sembolên hişk û qelewbûnê di lêgeranê û lîsta şiklan de derdikevin lê ew kêmasiyek e û wê dûvre ê ‘edilandin deqena ew jî bi format (hişk qelew) şanî kin.
Di dawiya/paşiya hin kitêban de ferheng hene û carinan mirov rastî gelek peyvên kêmnas dibe. Mirov ji wir peyvan bistîne, li nevgurê zêde bike û çavkaniyê bide, dibêm qey dê nebe problem, ne wisa?
Rast e, heke bi çavkanî be, problem nîne. Me’lûmatên kitêban li vir têne qeydkirin.
Heke te hê lê nemeyzandibê, di bin “Rûpelên dîtirê” de gelek tiştên ko bi kêr tên hene
Guhertin: Min dît ko te kategoriyên “Ziman” û “Zimanên kurdan” bi kar aniye lê ev kategorî min ji bo navên zimanan çêkiribû. Min ji bo wê kategorîke nû, “‘Ilmê ziman” çêkir bi xêra xwe wê bi kar bêne 🙂
Kesek
MemberMala te ava, înşellah ez ê hew tenê bim naxwe 🙂 Ez zanim tê lîstê çêkê lê va ye ez li ser tiştên ko te nivîsandine dinivîsênim.
Li ser 1. min ẍeletîke te yî piçûk dît, ez hêvî dikim ti xwe ‘eciz nekê, ez tenê dixwazim arî te bikim deqena ti baştir bibê 🙂 — Tiştên dî yî ko te xistin hevme’ne rast in lê bikarhêner nabê hevme’ne, dibê şikil (varyant). Min bikarhêner jê bir û xiste şikil.
Li ser nasiyî, ew qismê nivîsarê ne tenê li ser navdêran e lê li ser zeḧmetbûna -iyî- jî dişteẍilê. Dîse jî ez nizanim. Heke te vê xeberê ḧes kiribê tiştek nabê bere wilo bê.
Li ser fontê, rast e fonta malperê ne baş e. Carekê min kir û nekir lê min yeke baş nedît. Û min hîç lê nefikirîbû ko nîvê malperê vala dimênê, baş e te ev şanî min kir.
Li ser “Min vê nimûnê çêkir”, rast e min ẍeletî kiriye ez ê ‘edilênim.
Lîsta kategoriyan heye, https://nevgur.net/ḧemû-kategorî. Ev lînk li nivîsara “Arîkarî ji bonî kesên nû” jî heye, heke te wê nivîsarê nexwendibê ez pêşniyarî te dikim, ji ber ko tê de li ser mesela ḧerfan (ḧ-ẍ-‘) jî, hevme’ne/şikil jî, û hinek tiştên dî jî heye.
Min dît ko te lînka Nevgurê li menûya forûmê lê zêde kiriye, mala te ava ev tiştekî gelekî xweş e. Belkî vêce di Googlê de derkevê… (mesela googlê dirêj e..)
Kesek
MemberMerḧeba @xudreste mala te ava ji bonî lêzêdekirinên te yên ḧeta niha û ez hêvî dikim tê dewam kê 🙂
3 tişt hene ez dixwazim ji te re bêjim deqena heya te jê hebê.
- Li ferhengê, “şikil” ji bo varyantan tê bikaranîn. Yanî ji bo nimûne li ferhengê “hestû” heye lê hinek kes dibêjin “hestî”. Hingî “hestî” weke şiklekî “hestû” tê qeydkirin. Lê hevme’ne (synonym) ji şiklan biferq in. “Fîlolog” (min berê nebihîstiye) nabê şiklekî “zimannas”, ew dibê hevme’ne. Çawa hevme’ne têne çêkirin? Pêşî gotinê qeyd bike (yan jî here rûpela gotineke heyî) û pêl “hevme’ne çêke” bike û navê wê binivîsêne.
- Min dît ko ti ḧerfên ḧ, ẍ, ‘ bi kar nayênê (te heta-hetayî nivîsandibû lê divê ḧeta-ḧetayî bane, ‘erdnîgarî, ocaẍ (ev li gora devokê tê guhertin û heke di devoka te de bi “x” bê problem nîne)). Li Nevgurê alfaba ‘erebî jî heye (li ‘eyaran tê guhertin) ji ber ko kurmancên Başûr wê alfabê bi kar tênin. Di alfaba ‘erebî de jî ح–غ–ع hene û wextê ko ti di nav nivîsên xwe de ḧ, ẍ, ‘ bi kar newênê, teksta ‘erebî ẍelet derdikevê. Bi xêra xwe van bi kar bêne, 2 car h dibê ḧ, 2 car x dibê ẍ.
- Min dît te gotineke bi navê “zimannasiyî” qeyd kiriye. Di kurmancî de “iyî” nîne, çawa em nabêjin “wî fêkiyî bêne” yan “ez xwediyî 2 xaniyan im” lê em dibêjin “wî fêkî bêne” yan “ez xwedî 2 xaniyan im”. Li înternetê: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/, qismê “Hîperkorektî di tewandina navdêran de”.
2 pirsên min ji te re hene, wextê go te li gotina “kutilk” şiklê Qoserê (devoka deştî) bê ʰ qeyd kiriye ji ber ko li wir nerm tê gotin? Heke wilo bê, mala te ava te rast kiriye. Ev tişt li gotina “kevjal”ê jî wilo ye. Heke te bi nêteke dî wilo kiribê bi xêra xwe ji min re bêje 🙂
Pirsa dî, vêce te çend rojan ferhengê bi kar aniye ez gelekî fikrên te meraq dikim, wê kêfa min ê heke ti karibê ji min re fikrên xwe (daxwazî, kêmasî, tiştên nû ko ez karim çêkim, …) ji min re bêjê!
Mala te ava!
Kesek
MemberLi ser me’na navê “Nevgur”, me’na wê nîne. Navekî ko di mitorên lêgeranê de zêde netîce dernedixist (deqena rê li ber netîca ferhengê newê girtin) û ko her 3 domeyn .net-.com-.org vala bûn ḧewce bû û talî jî ḧewce bû ev nav ḧerfên “zeḧmet” bi kar newênê (kurmancên ko tenê bi tirkî zanin binivîsênin x-w-q-ê-î-…. nizanin, û însanên ko bi zimanên dî dişteẍilin c-ç-ş-j-… fêm nakin). 2 sal derbas bûn min navekî baş nedît talî bû ev nav. (Ez bahwer dikim min ê ferhengê zûtir weşandibane heke min navekî baş jê re zûtir dîtibane).
Kesek
MemberMerḧeba, mala te ava ji bonî gotinên te yî xweş!
Li ser mesela ḧerfên nû û sembol, erê di ferhengên dî de jî ev tişt tê bikaranîn. Di alfaba kurmancî de kêmasî hene û mixabin gelek ferheng jî tenê li gora alfabê çûne ji ber wê wextê ko yek dixwazê xwe bi’elimênê gotineke nû yek ti carî nikarê zanibê ka ma bi rastî çawa tê gotin. Gelek ferheng h-ḧ û x-ẍ û “eyn” neveqetandine (veneqetandine) û ev deng bi rastî jî gelekî bi ferq in û di alfaba kurdî ya ‘erebî de jî hene.
Di ferhenga Michael L. Chyet de jî sembol û ḧ ẍ têne bikaranîn û di ferhenga salên 1990an ya Baran Rizgar de jî format (xet di bin ḧerfan de) tê bikaranîn. Problema bi IPAyê ew e ko zêde pêşketî ye. Di IPAyê de ferqiyên bilêvkirinê di neqeba devokan de jî derdikevin û xwendin û nivîsandina wê hîç ne hêsanî ye. Jixwe li Nevgurê IPA jî heye, wextê ko yek dengê xwe qeyd dikê li wir tê nivîsandin (heke yek bixwazê).
Jixwe ev sembol ji xwendevanan re jî dernakevin û tenê weke format (ḧerfên qalin û ḧerfên bi xet/xêz di bin wan de) derdikevin. Jixwe, min di nivîsara “Arîkariya ji bonî kesên nû” de jî gotiye ko kesên nû ne ḧewce ne ji pêşî de van tiştan zanibin, piştî ko gotinên xwe qeyd kirin însanên dî karin sembolan lê zêde bikin.
Kesek
MemberYek li kû derê karê lîsta endaman bibînê? Min fêm nekir çawa 18 endam hene lê tenê 3 kes tişt nivîsandine, ez dixwazim lîstê bibînim @xudreste
Kesek
MemberEv wextek e (2 heyv bêhtir) min li xudrestê ti tiştî nenivîsandibû lê va ye ez vegeram. Xwezî hema kesekî dî jî ḧesab vekiribane û li vir tişt nivîsandibane lê xuya dikê hê jî tenê ez û Xelîl in.
Kesek
MemberBi xêra xwe ferhengê biceribênin û fikirên xwe li serê bêjin. Ḧeta niha ti kes gelekî li ser wê ji min re fikirên xwe negotine û min 99%ê gotinan qeyd kiriye. Di bin “Rûpelên dîtirê” de lînka rûpela serî ya nivîsaran heye.
Kesek
MemberMerḧeba, ti dikarê “çirke” bixê “saniye”? Min ti kurmanc ḧes nekiriye ko dibêjê “çirke”…
-
NivîskarPeyam