Melayê Cizîrî – Dilber şikîna şekerek fe qultu ya rûhî meta
👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike
Dilber şikîna şekerek fe qultu ya rûhî meta
Go min heta xatir hebit min go çi kem ez ya heta
Zulfan tu bes çîn çîn bike biskên muqabil dîn bike
Pêşkêşî yek zulfêt te bin mulkê Xeten textê Xeta
Dil bendê dama zulfekî keftî kemenda ulfekî
Hel fî yedî’l-meftûni şey ew keyfe esne‘ ya feta
Zulfên but û şîrînleban jehrî ne şubhet ‘eqreban
Lê min ji biska purgireh îro tinê girtin du ta
Nisbet perî zîba ye ew, wek nêrgiza yekta ye ew
Ya men rea xillî fe hel yuşbî bi şey’in qameta
Me j’buxçeya yar ziynetê, bêpirs Melê destek çitê
We bi ma ceneytu cenyetî elqet ‘eleyye cînayeta
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba