Melayê Cizîrî – Dîsan li bedrê katibî kêşa ji nû jengarê xet

👁️ 2 Dîtin🖨️ Çap Bike

Dîsan li bedrê katibî kêşa ji nû jengarê xet
Nûrin reşandî Wahibî der girdişê perkarê xet

Herfên ji qudret nu[q]te pur madarê hewza le‘l û dur
Evrenge kê wî dî bi ser qudretnumûn zengarê xet

Ew çîçekên şetrî-şibêht ef‘a-sifet qelbê me mêht
Selwa ji balayê we rêht ev perdeya gulnarê xet

Neqş û nigarê dilberan dercên ji remzên esmeran
Her tên bi dest neyşekeran me j’gulşenê purxarê xet

Me j’des[t]xeta terhên şepal xal û xetên nûra zelal
Danî bi sendoqan li bal marê me sed qentarê xet

Belgên gul û reyhaniyê katib numûçek daniyê
Kes dî bi vê şîraniyê durra sifetê Cebbarê xet

Reyhan û sunbul tê hene sed çîçek û gul tê hene
Avazê bulbul tê hene ev bexçeyê gulzarê xet

Madarê dêm û cebhetê haşa li dora ayetê
Lê rast û çep bû wesletê cedwelkeşê zunnarê xet

Îro seher tuxra nîşan î‘rab û herfên durefşan
Hatin digel bayê seba me j’canibê dildarê xet

Ellah di ber qalûbela da yexme ket qelbê Melê
Avête çerxê cedwelê evrenge ‘enberbarê xet

Îro berata Ehmedî tuxranîşan zerkeş me dî
Xettê humayûn kes nedî şîrîni me‘nadarê xet

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor