Melayê Cizîrî – Her di ber qalûbelayê belku ev ‘alem nebû
Her di ber qalûbelayê belku ev ‘alem nebû
Çerxê gerdan dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû
‘Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê Heq bû di istiwayê lami‘a ‘işqê hebû
Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem yezel
‘Aşiq û me‘şûq yek bûn şem‘ û hem perwane bû
Husn û hub zatekê qedîm in lê cuda bûn ew ji yek
Lê niha ismê hudûsê lê hukum tefsîle bû
Yek di zatê surşîrînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û cela lew cezbe bû
‘Aşiq û me‘şûq elheq herdu mir’atên yek in
Lew di ‘eynê cem‘ê da eslê qedîm ayîne bû
Hubb û husn anîn zuhûrê ‘işq e eslê ‘alemê
Eslê eşya da bizanî wan çi esl û madde bû
Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê‘işq û hub çendî ku kir bêfeyde bû
Salikên ‘işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû
Reng reng ehlê meqamatê terîqê çûye seyr
Hin celal û hin cemalê sermeyan ev bade bû
Ê bûyî ‘eynê beqayê badenoşê ‘işqê bû
Ê bûyî mehwê fenayê ‘aşiqê bêçare bû
Êk ji wan perwane bû sot û fixanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû
Awirên eswed‘uyûnan ‘aqilan sewda diken
Gezmeya ‘aşiq vi dil keftî ji çavên şehle bû
‘Aşiq û me‘şûq da wasil bi yek bin bêhicab
Mehwi bû bi’zzati ‘aşiq lew di ‘işqê perde bû
Lew di ‘işqê da fena bû da bibit baqî bi dost
‘Aşiqê baqî nebû wasil hetta fanî nebû
Nuqteyê ‘ilm û sewadê herf û neqşê ‘alemê
Ser didin me‘nayekê eslê sewadê nuqte bû
Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e
La cerem nabin du bin ê dê bimînit her hebû
Her çi de‘wayê di ‘işqê da Melê sabit kirî
‘Eynê de‘wayê di nefsil’emri dîsa şehde bû
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba