Melayê Cizîrî – Lew seher cewlan didet bayê sebayê rast û çep

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Lew seher cewlan didet bayê sebayê rast û çep
Sosin û sunbul bi mestî tên semayê rast û çep

Da ji mihraba du nûnan secde bet Eswed-hecer
Dil bi mîzan mahê new ebrû numayê rast û çep

Dil di zulfa silsilîn bû fer dida xala siyah
Şehperê zulfê ji bi “lam” û “dal” dayê rast û çep

‘Alemê wêran diken zulfên ji rengê ‘enberê
Çerx û perwazê diden carek li bayê rast û çep

Xencer û tîr wî dibarin her wekî berq û burûsk
Misriyan lami‘ ji elmasan didayê rast û çep

Teyrik û ‘iqd û şerab û netrik û belg û wereq
Her bi lerze û cezbe yîn yaqût di tayê rast û çep

Bişkuwên benda girêbanê ji rengê kewkeban
Berq û tîrojan ji Xurşîdî vedayê rast û çep

Kewkeb û qews û qezeh lûlû û bend û heyderî
Tên tewafa zulf û xalên dilrubayê rast û çep

Dil dixwûnit xett û xalan dêm û balayên ji nûr
Her bi qanûn mujdeya ‘Îsa ji nayê rast û çep

Zengiyan quşen vebestin pêşiberê coqa Hebeş
Daberistin yek bi yek çûn ber lewayê rast û çep

Çingeçinga bişkuwan awaz û dengê zerguwan
Sed melayik guh didin ber wê [n]ewayê rast û çep

Ew ji ‘işqa wê dinalin bazin û belg û wereq
Cezbeya dil min ji remza wan gehayê rast û çep

Zuhre û ‘iqd û Sureyyayê di şerqê keşşifîn
Leyletulqedrê ji mexrib perde dayê rast û çep

Zuhrerengê Mahê Xurşîdê ji bala wê numa
Lê du kewkeb çûne vê ra îstîwayê rast û çep

Bête eywanê ji xelwê qudsiya horîsirişt
Sed hezaran horîqudsî tên lîqayê rast û çep

Ma Melayî me ji lebê le‘l avê heywan bit nesîb
Qudsiyan ragirtîne destê du‘ayê rast û çep

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor