Melayê Cizîrî – Lillahilhemd [ji yarê] me di dest cam e lebaleb

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Lillahilhemd [ji yarê] me di dest cam e lebaleb
Ji lebê noşî peyapey di dil îlham e lebaleb

Di riya wan xett û xalan ku ne herfên qelemî ne
Me ji feyza te ye mestane rewan cam e lebaleb

Mestê şehkasê meya cazîbe ye rûh di zat
Ku ji ber lezzetê ‘işq çi neseq maye lebaleb

Nêrgiza mest ji bala çemena sunbul û gul tê
Qedehek taze bi destê xwe tinê da me lebaleb

Wehdetê sirf e me ‘işret te çi iksîrê wucûd
Em lebaleb çi lebaleb bi xwe hem cam e lebaleb

Şem‘ û perwane bi zatê xwe ji halê me diden
Ateşek sirf e ji ‘işqa te nufûs me lebaleb

Qedehek bade ji ‘işqê di ezel da me Hekîm
Jê du[h] noşîn heyahey bi xwe cama me lebaleb

Carekî gotî Nîşanî ne Melayî were ba vî
Me ji xwûnê dil û can û dehen û kame lebaleb

Te dizanim, te dibînim ku tu yî nûrê wucûd
Ellah Ellah ji çi nûr e te serapa me lebaleb

Ji ‘înayet nezera xas e ku her misre‘ û beytek
Qedehek abê heyatê ne di şi‘ra me lebaleb

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor