Melayê Cizîrî – Me lew fincan li ser dest e ku mehtab in hilalebrû
Me lew fincan li ser dest e ku mehtab in hilalebrû
Numayin min di mir’atê meya saf û zelalebrû
Te şîrîn û zîbayî te reftarî yû balayî
Binê nûn in di tuxrayî li bala herdu xal ebrû
Bila bit saimu’d-dehr û bila îftari carek bêt
Kes zanit ku ji dilber dê xweya bin her du sal ebrû
Meşî mestane reyhanî dilê min dî di amancê
Reşandî şîpeyek tîran bi qewsê her du mal ebrû
Sehergeh Mahsîmaya me çû gulşen bi seyranê
Li ser çavên Nîşanî da xiramê ew hilalebrû
Dibên xawerperest î tu nizanin min di keşfê da
Numayin min di şerqê nazika gerdenşemal ebrû
Tinê ma her terazû ne di babê husn û kêşayî
Hilalê xatema husn in li wê dêma bi xal ebrû
Me cewher ‘unsurek xas e numa îro di tali‘ da
Di vê teqwîmê insanî li tali‘ bûn hilal ebrû
Ji zunnara di dêrê da li hindava çelîpayê
Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû
Ji mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynî
Didit min terfetil‘eyni cewaba sed sual ebrû
Di batin secdegaha min ji secda herdu ebrû ne
Bi ‘eynê taqê mihrab in di ‘ilmê ehlê hal ebrû
Bi şîrînî bi zîbayî çi katib bû dikêşayî
Te‘alallah nîşan dayî çi wî şîrîn mîsal ebrû
Eger de’wayê Mûsayî di ‘işqê da bikem ca’iz
Melê daîm tecella ye ji wê terha şelal ebrû
Nişana qabê qewseynî çi qews avête ebsaran
Di teqwîma tecellayî di selwê bûn misal ebrû
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba