Melayê Cizîrî – Mehbûb di dil da, me bi evrazi çi hacet
Mehbûb di dil da, me bi evrazi çi hacet
‘Enqa bi xwe bêtin firr û perwazi çi hacet
Ney dûr e hebîbê me bi firyad û fixan keyn
Wî guh li zemîra dil e awazi çi hacet
Go suxte, murada xwe ji min telbe ke îro
Min go, tu kerîm î ji te daxwazi çi hacet
Min nale refîq in xem û tehlî ne musahib
Firyad enîs in me bi demsazi çi hacet
Dildan û newaziş çi ne duşnam bes in min
Pur derd û cefa hurmet û î‘zazi çi hacet
Suhbet bi def û nayê hebîbê me nevêtin
Firyad û fixana me bes in sazi çi hacet
Raza me çi hacet tu ji xemmaz bizanî
Eşkên me bes in dîdeyê xemmazi çi hacet
Her lehze çi hacet ku bi nazan bikujî min
Cana jixwe qurbanê te bim nazi çi hacet
Ta çendî bi hecra xwe tu min tecrîbe înî
Zêrê ji xwe xalis mehekk û gazi çi hacet
Hacet niye cana yedê beyda bideranîn
Înkari di dîn da nebit î‘cazi çi hacet
Esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê
Encamê serencamê ji axazi çi hacet
Ger lu’lu’ê mensûri ji nezmê tu dixwazî
Wer şi‘rê Melê bîn te bi Şîrazi çi hacet
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba