Melayê Cizîrî – Mey nenoşî Şêxê Sen‘anê xelet

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Mey nenoşî Şêxê Sen‘anê xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê xelet

Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanî xeta hanê xelet

Wî nedî bejna te û danî qiyas
Hikmetê lew çûne burhanê xelet

Setweta Leylê yeqîn Mecnûn teband
Wer ne da naket beyabanê xelet

Wek Nîşanî neqş û nîşanek te dî
Ê ku nîşanek te dî kanê xelet

Ez giham ava heyatê xef ji dil
Xizir vajî çûye heywanê xelet

Şahneşîna nazikan zayi‘ meke
Da nebînî dil bi vê xanê xelet

Ellah Ellah çerx û dolabê binê
Nuqteyê naket di dewranê xelet

Roj û şev her seyrê dîdara te tên
Nagerin ew seyranê dewranê xelet

Hûn bibîn meşşateyî xef danî
Hemqiran key xal û nîşanê xelet

Pê li ser canê me murwet daye şêx
Bişkuwên benda girêbanê xelet

Ser nebî ber kufrîzulfê ‘aqîbet
Ez ditirsim bê ji îmanê xelet

Pehniya vê çerx û dolaba dinê
Nîne tê der babê ‘urfanê xelet

Nusxeya ‘alem hemî ‘inwanek e
Nuqteyek nabit di ‘unwanê xelet

Qulzum û bayên muxalif tê pur in
Da bikelşin darê sukkanê xelet

Da bizanî pehlewanî mûyek e
Dest nedî lillahî mîzanê xelet

Wê di destê min gula geş pur xunav
Heyf bulbul çû gulistanê xelet

Hê ji sehwa xame bû wer ne ku min
Ev xelet nakir di dîwanê xelet

Wê li ser bejna te ev seywan veda
Wer ne neda rojê ev seywanê xelet

Geh dil û geh can diben Turkê di te
Nagerin yexma û talanê xelet

Lê me’j Turkan Firat û Nîl kir
Teşneleb çû terfê ‘ummanê xelet

Pîrê hikmetbîn li wifqa meşreban
Kes nedî mey rêhte fincanê xelet

Rastiyek qanûn seraser nîne tê
Xwar û pîçên vê perîşanê xelet

Pak-teb‘ û quwwetek mewzûn divê
Da ji sin‘et dest bi îdmanê xelet

Merdumên çavêt Melê ‘eksa xwe dî
Wek Nîşanî ma li nîşanê xelet

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor