Melayê Cizîrî – Navê ‘enberşikenê bê û ji ‘enber meke behs

👁️ 2 Dîtin🖨️ Çap Bike

Navê ‘enberşikenê bê û ji ‘enber meke behs
Bil ji wê silsileyê zulfê mu‘enber meke behs

Veke lêvê û ji nêvê biwerîn qend û nebat
Ji lebê le‘lîşekerbêj û ji şekker meke behs

Bi serenguştê ‘eqîqî bide şehkasê rehîq
Abê heywan tu nihin navê ji Kewser meke behs

Dê beşaretê bi îşaret ji neyê bête sima‘
Tu ji nayê di sima‘ê bike bawer meke behs

Zeriyyên şubhet durdane ku bin şahidê bezm
Ji genimgûn û siyehçerde û esmer meke behs

Dê nihanî bi deraxûş bidey canê şîrîn
Şaxê ‘umrî bixwe ber jê û ji Qeyser meke behs

Ayetê husnê mufessel ke ji keşşafê cemal
‘Ilmê ‘işqê bike tefsîr û ji defter meke behs

Razê dehrê ji sipihrî tu nizanî bi cedel
Hikmetê Dawer e tu j’hikmetê Dawer meke behs

Avê heywan te divêtin tu bibe hemrehê Xizr
Camê Cem bîn û ji Dara û Sikender meke behs

Ji ezel ‘aqîbetê karî ku me‘lûmi niye
Camê mey noş û ji teqdîrê muqedder meke behs

Dilê yarê me nebû nermi bi sed av û meger
Ji dilê dilberê ma û berê mermer meke behs

Tîri sed têne ceger sîne li ber bûye çeper
Ji dil û cergê kul û sîneyê ker-ker meke behs

Şîrê elmasî kişînit tu ji lami‘ de xeber
Vekerit huqqeyê yaqûtî ji gewher meke behs

Ji şefeq Zuhre xuyabit tu binê Perwînan
Cebhetê ew binumêtin tu ji Xawer meke behs

Li rûyê yarê du mehê new me qiran dîn demek
Tu bi seyra Qemer û tali‘ê exter meke behs

Pur ji dêmî te xeber daye Melayî
Nezerê wer bide bejnê ji mufesser meke behs

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor