Melayê Cizîrî – Newaya mutrib û çengê fixan avête xerçengê

👁️ 4 Dîtin🖨️ Çap Bike

Murabbe‘a ber xezela Hafiz

Newaya mutrib û çengê fixan avête xerçengê
Werîn saqî heta kengê neşoyî dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuhe’s-saqî edir ke’sen we nawilha

Ku katib dêmi cedwel ket şikestexet muselsel ket
Ji yek herfan mufessel ket kî ye vê muşkilê hel ket
Dizanî rûd û ‘ûda dil çi tavêtin surûd ewwel
Ki ‘işq asan nimûd ewwel welê uftadi muşkilha

Ji mihra wê şefeqse‘dê şirînle‘lê şekerwe‘dê
Dinalim şubhetê re‘dê ‘ecîb im ez ji vê ce‘dê
Ke dil ra tabê her çîneş bi kufrê mîbered dîneş
Zi tabê zulfê muşkîneş çi xwûn uftadi der dilha

Di vê taqê di vê xanê me ‘eyş û êminî kanê
Kesê dest da ji dewranê nîhalek vê gulistanê
Der axûşeş çû mîared ke ez dil caneş buspared
Ceres firyadi mîdared ke ber bendîdê mehmilha

Me raza dil çi bir xamî kişand axir bi bednamî
Ji rengê Se‘dî û Camî ji şuhret pê hisîn ‘amî
Bi deng û bang û awazî dibêjit nexmeya sazî
Nîhan key mand an razî kez û sazendê mehfilha

Di vê zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê ‘ecaca wê şefeq dayê
Ji herfan mah û salê ma nehat der şiklê falê ma
Kuca danend halê ma sebukbaranê sahilha

Bi Qur‘anê bi ayatê eger pîrê xerabatê
Bibê secde biben latê murîdî er bibey qatê
Murîd er bêbeser nebwed zi fermaneş bi der nebwed
Ki salik bêxeber nebwed zi resm û rahê menzilha

Ji Hafiz qutbê Şîrazê Mela fehm er bikey razê
Bi awazê ney û sazê divê ket bendê perwazê
Tuzed min hubbihe’s-sefwa lî ehlu’l-hubbi neşwa
Meta ma telqe men tehwa de‘i’d-dunya we ehmilha

Qed temme Dîwanu Mela Ehmed el-Cizîrî
fi yedi’l-Ebd li’s-Seyyîd

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor