Melayê Cizîrî – Peyweste du ebrû li me mehbûbê kişandin
Peyweste du ebrû li me mehbûbê kişandin
Sed gezme peyapey li ezê xeste reşandin
Tîrek ji kemanê xezebê da cegerê rîş
Mil dane ber û pir ji du goşan veweşandin
Cohtê esedan pence li ser sîne nihandin
Kullabi gihandin dil û hestî herişandin
Birhên te ji qudret ku numan goşe ji î‘caz
Peyweste kemanan li guhan goşe weşandin
Mihra te di canê me ji dil xef kiribû min
Dil çû ceger û sîne li ser canî ve şandin
Nûnên te hilalî bi qeran yek ji sura heq
Bê ‘eybi li dêmî qelemê xeybê keşandin
Neqqaşê ezel ismê cemalê ku nivîsî
Herfên di mucessem ji surê taze reşandin
Reyhanî û dîwanî û hem sulis û muselsel
Yek yek we hezar rengi li husnê neqqişandin
Ev ayetê nûrê ji Melê ra ku nivîsî
Katib ji surê nuqte bi zêrabê feşandin
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba