Melayê Cizîrî – Şebê qedrê li me rewşen ke tu rûh î were xweş
Şebê qedrê li me rewşen ke tu rûh î were xweş
Me ji nû xweş ke bi ser çavê şehîdên xwe bimeş
Ma li min key nezerek lutfê û ji dil xemze nihan
Bireşîne cegera rîşi ji qewsên xwe biweş
Seherê cumle şehîdên te bi rim avêtin
Hejimarî ne yekayek me hemî şeşsed û şeş
Nê şehîdên te bi isbatê bi xencer kuştiyî
Hey diçû xwûn ji birînan sed û heftad û du leş
Ceng hindî dikirin fêris û rimbazê ‘Ereb
Tox û ‘ala di Ferengî ne kemendarê Hebeş
Tu binê Rûm û ‘Ecem keftine Zengî di kemîn
Hane her têt peyapey ji teref Rûm xweş û xweş
Da me şehzade bi destê xwe mûbarek qedehek
Ne xubarek ji xumarî û ne tundî û ne xeş
Du qedeh mey bi Nîşanî diderin rengi bi reng
Nêrgiza nazik û re‘na û gula taze ye geş
Xaliba ehlê zemanî me bila ademî yin
Venemayin ji kerê me’y reş û gayê te yî beş
‘Arifên ehlê bisaret ji neseq merdumê çeşm
Surmepoş in di beyadî û Mela cameyê di reş
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba