Melayê Cizîrî – Ser didet avê kewserê zemzemeyê semayê zulf
Ser didet avê kewserê zemzemeyê semayê zulf
Sayenumayê xawerê sidreyê muntehayê zulf
Sayenumayê cebhetê neqş û xetê ji qudretê
Nuqte û herf û cezme tê bal û perê humayê zulf
Bal û perên sifethuma saye li cebhetê numa
Xemrî û bisk çûn sema yek bi yek li bayê zulf
Bisk û şerab û şitriyan reqs e ji rengê xemriyan
Baz û [‘îqab] û qumriyan seyr e seher tebayê zulf
Her me ji burcê sunbul e pence di sîne û dil e
Dûr û diraz û muşkil e qisse û macerayê zulf
Bestiye zulfê der kemîn helqe bi helqe çîn bi çîn
Yexma diken dilan nihîn in, nîne yeqîn xetayê zulf
Rûm û ‘Ecem ji her teref Hind û Zeng sef bi sef
Rezm û sewaş e wan bi xef hatine ber hewayê zulf
Her dem û her se‘et ji nû pêt e, di sîne nar û dû
Sebr kû têt û xew ji kû ‘aşiq û mubtelayê zulf
Zulfê siyahê bêwefa qet me nedî ji dest sefa
Kuştime ez bi sed cefa ah ji dest cefayê zulf
Zor û feqîr û mubtela zahid û sofî yû Mela
Kuştine ew bi sed bela kes nekevit belayê zulf
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba