Melayê Cizîrî – Xelqo li min ken şîretê ew dilbera zerrînkemer
Xelqo li min ken şîretê ew dilbera zerrînkemer
Min dî di halê xefletê hate der ji burcê wek qemer
Hate der ji burc û penceran dil girt û da ber xenceran
Evreng e halê dilberan lew ‘aşiqan xwûn bû ceger
Qelb û ceger min bûne xwîn lewra ji nû derbû birîn
Ey can were halim bibîn da rûh ji qalib bête der
Canê min î bê ser cesed mizgîn bi afaqan resed
‘Alem hemî dê ben hesed insan û cinn û canewer
‘Alem hemî têkbûne sef seyrîn bi şahê min bi xef
Hatin temaşa çar teref şatir xumar tayên di ber
Hat padişahê pursipah qametelîf dêm şubhê mah
Dad û meded sed ah û ah zulf û ‘eqarib bêne ser
Kuştîme xelqo ‘eqrebê mest im ji şewqa xebxebê
Ti tali‘ê min e kewkebê îro ‘eqarib bête der
Îro ‘eqarib hate xwar çû nêv baxê gul‘izar
Ew buxçeya her lê bihar her bulbulan lê qal û şer
Bêhed ji dil nalî ke‘îb da bexçeya ridwanê [x]eyb
Van naliyan nînin çu ‘eyb sotîne em dil bû seqer
Sotin li min cerg û hinav werdên di hûr girtî xunav
Zulf hate ser lê bû belav bayê nesîm weqtê seher
Tirsim muxalif ba detê zulfêt li dora cebhetê
Raket qiyam wê sa‘etê ‘alem bibit zêr û zeber
Zahir dibêjim pendigîr da dil nedî zulfa herîr
Şubhit Melê d’mînî esîr guhdêre qewlê mu‘teber
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Melayê Cizîrî – ‘Aşiq er carek ji bala lê bedit berqa mecaz
- Melayê Cizîrî – ‘Er‘erxeram e bi qedd û qamet
- Melayê Cizîrî – ‘Îd e û der ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
- Melayê Cizîrî – ‘Işqê ku biden bi yekdu erwah
- Melayê Cizîrî – ‘Umrî zayi‘bû me bêdilber ‘ebes
- Melayê Cizîrî – Ahê ji derdê dil diket herçî nedî azarê çerx
- Melayê Cizîrî – Bê meya le‘l Mela min ji meya al çi hez
- Melayê Cizîrî – Bi husna ehseni’t-teqwîm bi zahir sûretê zat î
- Melayê Cizîrî – Bi narê firqetê sotim ji ferqê ser heta pê da
- Melayê Cizîrî – Çîn çîn kirin zulfên siya, kesk-etlesa dîba-qeba