Forum Replies Created
-
NivîskarPeyam
-
xudreste
Keymasterû berî ku ji bîr bikim vê jî bipirsim: Di dawiya/paşiya hin kitêban de ferheng hene û carinan mirov rastî gelek peyvên kêmnas dibe. Mirov ji wir peyvan bistîne, li nevgurê zêde bike û çavkaniyê bide, dibêm qey dê nebe problem, ne wisa?
xudreste
Keymasterji ber xeletiyan xwe qet aciz nakim lê ev alfabeya firehkirî ji bo min tiştekî nû ye û di mijara fonetîkê de ne baş im, miheqeq dê xeletî çêbibin.
aniha min serê lîsteyê nivîsî, hazir ez li vir im ez li vir jî binivîsim, wekî pêşniyazekê.
1. Vebijêrkek hebe da ku bikarîner karibe vegere ser alfabeya Bedirxan (ji bo xwendinê).
Ji bo wan kesên ku tenê hatine li wateya peyvekê binêrin an jî tercimeke binêrin, gelo mimkin e ku vebijêrkek hebe, wextê vê vebijêrkê bixebitîne bila ew herfên alfabeya ferehkirî bên veşartin bi herfên alfabeya Bedirxan bên guhertin.
An jî standard, ji bo bikarîneran alfabeya Bedirxan otomatîk were lê wextê yek bixwaze bibe gotinçêker (gotinan çêke), bila alfabeya firehkirî çalak be.
tenê pêşniyazek ¯\_(ツ)_/¯
xudreste
KeymasterMerheba, dilê min heye ku ez dewam kim, min pergaleke wiha hêsan dîtiye ez zû bi zû bernadim 🙂
1 û 2 temam e, ez ê êdî li gorî rêzikên ferhengê binivîsim.
Meseleya 3yem: Zimannasiyî ne tewandina zimannasiyê ye. Peyv ev e: ziman+nas+î+y+î. “-î”ya ewilî ji navdêrekê navdêreke nû çêkiriye (zimannas+î > zimannasî) “-î”ya dawî ji navdêrekê rengdêrek çêkiriye (zimannasî+y+î > zimannasiyî), “y” tîpa kelijandinê ye.
Meseleya kutilkê jî hinekî serê min êşand 🙂 min çend caran peyv bilêv kir, axirî min biryar da ku ew nerm e.
Ji bo daxwazî, kêmasî û pêşniyazan ez ê lîsteyekê amade bikim lê aniha tiştê herî berçav ew e ku fonta nivîsan hema bêje wek hev e û ji ber ku rûpela malperê fireh e, nivîs li aliyê çepê dimînin û navend vala dimîne. Belkî mirov karibe hinekî bicivîne navendê.
Diçêkirina nimûneyan de, wextê mirov çavkaniyê nîşan dide, di vebjêrka dawî de “min vê nimûne çêkir” heye, biker û berkar herdu tewiyane.
Di diyarkirina kategoriyan de wê gavê mirov kariba hemû lîste bidîta dê baş bûya.
Weku min got tiştên ez ê bikim lîste înşele.
xudreste
Keymaster🙂 Weleh dibêjim qey çend ji wan jixwe spam/robot in. Min bişkoka Endamê li menûyê zêde kir.
xudreste
KeymasterJêgirtin ji Kesek di 07/12/2023, 18:32 deEv wextek e (2 heyv bêhtir) min li xudrestê ti tiştî nenivîsandibû lê va ye ez vegeram. Xwezî hema kesekî dî jî ḧesab vekiribane û li vir tişt nivîsandibane lê xuya dikê hê jî tenê ez û Xelîl in.
wer dixuye…
xudreste
KeymasterMerheba, di axaftinê de ez dibêjim saniye lê wextê tê ser nivîsê otomatîk dibe çirke 🙂 nizanim çima. Ez ê serast bikim.
xudreste
KeymasterErê te berê jî behs kiribû lê aniha ku min ferhenga zindî dît, bi rastî jî çend saniyeyan devê min vekirî ma 🙂 Baş dixuye ku gelekî li ber hatiye dayîn û li ser kedeke mezin ava bûye. axirî bi xêra vê ferhengê em ê ji wîkîferhengê xelas bibin 🙂 ji ber ku beşdarbûna wîkîferhengê gelekî zehmet e, ji neçarî min jî bingehê ferhengekê danî (https://xudreste.com/ferheng/) lê êdî wer dixuye ku ne hewce ye. Ez ê girêdana wê beralî Nevgurê bikim.
Min ev ferheng gelek eciband û hez jê kir lê derbarê herfên ku di alfabeyê de tune ne û sembolan de dê teşqeleyên mezin derdikevin. Nizanim, rast nehatime, gelo di ferhengên zimanên din de jî ev dengên ku di alfabeya wan de tune ne bi sembolên cuda tên nîşandan? Tiştê ku dizanim ev ferqên xwendinê/bilêvkirinê bi sîstema IPAyê tên nîşandan.
Ji bo Nevgurê jî gelo tiştekî wiha pêkan e?
Û, eslê navê ferhengê çi ye, Nevgur tê çi wateyê, gelo tu dikarî zelal bikî?
Spas, mala te ava.
xudreste
KeymasterTu Birader û hozan bî rengê teyran şîretvan bî
Ne çekdar ne xwenda bî tê bilûra ber pezan bîxudreste
KeymasterRast dibêjî, divê em berfirehtir li ser van mijaran biaxivin. Miletên din di pêvajoyên çawa re derbas bûne, çawa zimanê xwe civandine, çawa kemilandine, ew dikarin ji bo kurdî jî bibin nimûne…
Ez dibêjim heta wê rojê, belkî meriv hişk nebe di bikaranina têgehan de belkî ev bibe sedem ku kurd li ser van mijaran biaxivin, hema ez qebûl im ku zimannasên me li ser yekê li hev bikin û pêşnîyaz an jî dîkte bikin.
Lê ez nabêjim em ji ber rik an jî hesabên erzan zimên xera bikin. Wê roje min bihîst akademîsyenekî zaza ji bo “têgehê” peyva “qewram”ê bikar anîye. 🤷♂️
xudreste
Keymastermin ev poste beralî (forward) eposteya xwe ya gmailê kiribû, peyam dihatin gmaila min lê piştî ku xeletî çêbûbû qet peyam nehatine, aniha min kontrol kir, ji eposteyên din peyam tên.
xudreste
KeymasterLi gelek herêmên kurdistanê gelek deng bi hev hatine guhertin. Ev ne xeletiyek e, ev taybetiyeke zimanana e. Mesele ev e ku tu wî di nav risteyê de bi kîjan pêwendiyê ve bikar tînî.
Rast e, “bê” jî pirîcaran li şûna “ku”yê tê bikaranîn û li cem me jî heye (Mêrdîn). Lê miheqeq ferqeke biçûk a semantîk heye, divê zimannas li ser bixebitin 🙂
xudreste
KeymasterLi civatan em li ser van meseleyan gelekî axivîne, piranî li ser fikra te ne lê ez hinekî nermtir difikirim. Bi min heger em karibin xwe bigihîni etîmolojiyeke bimentiq meriv dikare xwe ji edebiyata klasîk xelas bike. Ji ber ku, tu zemanî bi awayê fermî (dewletî) zimanê kurdî/kurmancî nehatiye hînkirin. Lewma ev jî bûye sedem ku em peyvên xwe ji edebiyatên hazir deyn bikin. Û bî vî awayî jî ew heta îro hatine, çimkî kesekî midaxele nekiriye. Îja îroroj heger em xwe bigihînin rehê peyvên kurmancî ku niha li şûna wan hin peyvên din li kar in, bi min divê em berê xwe bidin wan.
Îcarê ev kar karê etîmologan e, û heta dezgeyen me yên fermî hin peyvan li me dîkte nekin, li qadên nefermî û neakademîk bikaranîna varyantan nabe problem.
Kitêb û edebiyat %100 erebî ne. Li gorî ku tê gotin, pirtûk û wêje ji van peyvên erebî nêztîrî zimanê kurdî ne. Qenebe di nav malbata zimanê kurdî de ne.
Helbet divê meriv di van mijaran de ne hiş be, çimkî ziman dikarin peyvên zimanên din jî bikin malê xwe, heger pêdivî hebe edebiyat û kitêb ji dikarin bibin peyvên kurdî 🙂
xudreste
Keymastermin sererast kir, spas.
xudreste
KeymasterSilav Kesek, raste di pergala qeydîyê ya malperê de problemek hebû, ez hinekî dereng pê hesiyam û ji ber hin karûbarên xwe ez înternetê dûr ketim, lewma derfet tune bû ku ez sererast bikim. Mixabin, ev peyamên ku te şandin jî negihane min.
Belê, dibêm qey êdî dê di qeydiyê de problem dernekeve lê ez ê careke din jî kontrol bikim bê ka xeletiyek heye an an, û ez ê navnîşana eposteyekê jî li jêra malperê binivîsim da ku heger problemek derket, mêvan karibin agahî bidin min.
Gelekî spas dikim, bibore ji ber ku min dereng bersiv da. Ji îro pê ve pirsgirêka min e înternetê namîne, ez ê her roj kontrol bikim.
xudreste
KeymasterYeke din ji tayifeya Deno û Bahozo…
+Navê kîjan bajarokê me ji bêr dijûnan hatiye sansûrkirin?
-Midyad
-
NivîskarPeyam