Melayê Cizîrî – Îro me dî weqtê seher ew dilbera sundus di ber

👁️ 5 Dîtin🖨️ Çap Bike

Îro me dî weqtê seher ew dilbera sundus di ber
Teyisî di lebsê sor û zer nûrek munezzeh bû beşer
Miskê siyah xalên di qer reşkagulê zulf çûne ser
Eswed bû daîm secde ber min bestî ‘eqda niyyetê
Xeflet bi sir da min [ne]zer mêran bi qetlê kir xeder
Tîr dane dil şahê Mecer bê mirwetê tîr da ceger
Feryad û efxan sed keser wesfan neşêm lê ev qeder
Zanim ku roj bû hate der subhan ji şahê qudretê

 

Subhan ji te şahê celal hostayê pir qudret li bal
Xasma te dayî ev cemal dêma ji ‘enber xett û xal
Kifş bûn di qewsê da hilal vê ra me dî bedra kemal
Lê bû nîqab çewgan û dal wan têk bi mestî daye pal
Lê bi ser tê bayê şimal pêçane ser nûra zelal
Qet kes diyin evrengmîsal mutrib were weqt e w’mecal
Zaze bi nayê ra binal saqî werîn xemra helal
Carek ji ser dêmê vemal zulfên li dora cebhetê

 

Zulfên mu‘enberkagulîn miskên siyah rengsunbulîn
Ta ta bi dav dav fittilîn çîn çîn bi mestî silsilîn
Dayî nesîm têk mişkilîn wê qest e xala filfilîn
Ebleq ji qudret xemmilîn wê baxçeyê gul kemmilîn
Lê ‘endelîb û bulbulîn Roj hate burca sunbulîn
Xeflet me dî lew xeccilîn [mehrûm û mehcûr dilkul în
Mecrûhê tîrên qizil în] rehmê ke pur sohtîdil în
Vê perdeyê carek hilîn bavê nîqaba zulmetê

 

Pirsê li mihrdarê xwe ke li meczûb û haldarê xwe ke
Bes qehr û azarê xwe ke qesta birîndarê xwe ke
Şefqê bi dîdarê xwe ke têk xerqê enwarê xwe ke
Lê emr û ferwarê xwe ke şehîdê nûbarê xwe ke
Gestiyê reşmarê xwe ke derman ji gulzarê xwe ke
Bi lefz û guftarê xwe ke ji le‘lê şekerbarê xwe ke
Lê keşfê sitarê xwe ke mexmûrê xemmarê xwe ke
Heyranê reftarê xwe ke kuştîne tîra mihnetê

Wer ser de carek kuştiyan extermeyên xwe b’yengiyan
Berde bi mil da xemriyan badet seher reyhaniyan
Daxên şehîd û sotiyan dayîne lê wan tilliyan
Ku j’mu‘ciza xummariyan rûh bête ser dîsan giyan
Hêj nabirim qet hêviyan ji wan şefqe û dildariyan
Billah ji nale û zariyan derba fîraqa mehrûyan
[Teşbîhê totakên] çiyan xew nagerîn şevtariyan
Nê hêj dixwazîn şukriyan çendî ku rû deyn qibletê

Çendî dinê bit her hebî ‘alem di ber hukmê te bî
Herçî divê te her we bî lebsê te kêmxe’w xare bî
Daîm bi remz û ‘işwe bî şubhet gula her xunçe bî
Wê baxçeyê xarek tê nebî ageh ji ‘uşşaqên xwe bî
Çeşmek li ehwalê me bî derheq Melê bêperde bî
Saxer medam pur bade bî purşefqe û xweşme‘de bî
Pêtir bi rehm û şefqe bî her li pêş te perwane bî
Mexmûrê çavên şehle bî sotiye narê firqetê

Derdê xedar bêm firqet e firqet ji can pur zehmet e
‘Aşiq mirin her sa‘et e ya sehli carek rûh dete
Lê dilber evreng ‘adet e herçî di bendê da kete
Dê pê det ewwel ulfet e gavek di wan vê ra dete
Zewq û sefa û suhbet e ibxa ji nageh xeflite
Şîrê cefayê lê dete Ellah çi wey bê mirwet e
Vê rê bi ‘aşiq nabete wê qest e ruh bet ‘arete
Hetta ku dil qenc jê bete insaf ji mehrûyan netê

Yar qest e can yexma kerit da mu‘cizê peyda kerit
Remzê ji reng ‘Îsa kerit ya sihrê Bû Sîna kerit
Ji ew le‘lê şekkerxa kerit dîsan şehîdan rakerit
Dewlet ji kolî nakerit carek xerîban şa kerit
Rastî yedê beyza kerit miskê di [cerh]an ra kerit
Da xweş biket ihya kerit şefqê ke ya Reb da kerit
Reşkagulê ta ta kerit sed helqe çîn çîn ba kerit
Hemyan li dêm tuxra kerit emrê humayûn ser me tê

‘Aşiq li rê ney sade bit xaka riya yarê xwe bit
Sed dax di dil wek lale bit xwûnê bixwut wek xunçe bit
Dê canfida şubhet me bit canê ‘ezîz feda te bit
Daîm bi se‘y û cehde bit teb‘ê ku yar lê ew we bit
Da yar digel bêperde bit vê ra bi rehm û şefqe bit
Wek xunçe ‘aşiq dil vebit dil şubhetê ayîne bit
‘Işq û cemal jêk zêde bit xal eswed û dêm qible bit
Pêşber du “nûn”an secde bit vêkra biwêrin suhbetê

Ê go[y] di meydanê te bit wek min di zindanê te bit
Serbendê çewganê te bit mecrûhê peykanê te bit
Yexma û talanê te bit her roj jî qurbanê te bit
Bîmarê mujganê te bit daîm di fermanê te bit
Hebsê di zindanê te bit muştaq û heyranê te bit
Sotî ji hicranê te bit lê mestê fincanê te bit
Dê behr di nîşanê te bit mûçe ji ber xwanê te bit
Lê lutf û îhsanê te bit her dem bixwûnî hezretê

Caman bi exyaran nedey xemrê bi xwûnxwaran nedey
Durran bi murdaran nedey wan rê di gulzaran nedey
Reyhan û gulnaran nedey bi wan julî û xaran nedey
Tu remz û esraran nedey bi koran tu etwaran nedey
Azarê mihrdaran nedey lê dest be bedkaran nedey
Yek “nûn”ekî yaran nedî nêv me’w xwe estaran nedey
Tîran ji nûbaran nedey werdan li bîmaran nedey
Jehrê li bêçaran nedî rîşîn nedêrin taqetê

Bes ‘aşiqan rencûr key şubhet Melê mehcûr key
Qelbê şikestî hûr key şûna birînan kûr key
Şem‘an tu dê purnûr key bi zarê xwe me me’mûr key
Tenha me bê destûr key mehrûmê serayê hûr key
Bi wesla xwe da fexfûr key j’wê badeyê mexmûr key
Di nêv kaseya ferfûr key feyzê li dil da fûr key
Bi dêmê ji reng kafûr key dalan ji xalan dûr key
Bes ‘alemê meqhûr key weqtê sehergeh ba detê

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor