Melayê Cizîrî – Ji mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

Ji mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê
Te‘alallah binê remzê çi reng avête mabeynê

Binê “nûn”ên li ser “sad”an ku katib goşe lê badan
Seraser Qaf ta Qaf e rumûza Hikmet-il‘eynê

Beqa nînin ji bo tiştî heta kengî bideyn piştê
Di ‘işqa van perîrûyan werin dinya ku pê deynê

Bi berqa şîr û elmasan bi tîrêjên di şehkasan
Seraser ehlê dinyayê disojin terfeti’l-‘eynê

Mela billah di vî dewrî bi vî rengî bi vî tewrî
Nîşan da wek Nîşanî kes dura min wê di Behreynê

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor